Koroya nemiran ji miriyan çêbûbû. Cihên ku lê sewtên
rizgarhez bilindikirin, ew der dilê bindestan bû ji bin
ve, ango koroya nemiran di dilê bindestan de hatibû
ava kirin. Ev koro li pey miriyên rizgariyê
afirandineke dîlgirtiyan bû. Li welatê xeybê her mirin
dibû kilamek, her kUştin bi hezar sewtên dilevdai
dixemilî û li pey wan çûyiyan dibû
Dergehên gotinan vedikim..
û bi gavin tirsok..
derbas di bim...
Li her çar aliyên..
odeya minî xembar..
Helbestên minî..
westyayî..
digrîn... çavên te..
li ser maseya..
derdan.. radixim..
û bi tîpin reş..
giyanê rojin mirî..
tê de.. bin Ax dikim....
Erê tenê sêtavên bîranînan..
berevaniyê..
diber mana min û te de..
dikin...
Naxwazim ku ez bimrim..
û ji te dûr kevim..
Amûdê.. ezê..
bêriya te bikim... Naxwazim...
Mirî vedişartin û hemî hêstran bi kenên xwe yên tîr re diherikandin;
ew, bi wî halî, erd û asîman digihînin hev… diherikî hewr bi
pêlên teyîsî re… di dev moriyan de seriyê şîrameyan, li ber
xwe didan gotinên bi birînên servekirî; ti car naxwazin te-
menê nifirên qîrîn, temenê çîrokên agirîn bimîne ji kesî re…
hawarên wan ji şîrê pêşîn spîtir
Do...
Dîsa min,
Qutiya dil,
Ji te re vekir.
Û ez,
Bi xiyalan re,
Ketim şer,
Bi evînên,
Mirî,
Û nîvcûre,
Min kir ceng.
Qêrîna min,
Bihîst kerran,
Dîsa te serî neda,
Û ne jî,
Ji te derket deng.
Noka li kevir im, bi tenê me
Zirzeya deriyê şikestî me, ...
Ji hev zêde dibin êşê min,
Her dubare dibe ev çîrok...
Li min xwelîserî ev çi hal e?
Poşmanî girantir e ji hemû keviran
Gelo dibe yê mirî ez bim?
Ceng bi dawî dibe
li bajar şahiya serkeftinê li dar dikeve
li çepî bajar
li cihê ku em têkçûn
em yên têkçûyî
werin em li şahiya serkeftinê amade bibin.
Em yên ku me tiştek nekirî
bi tenê me canê xwe bi qurbana cengê kir
mala xwe, bajar û welatê xwe
werin em li mêraniyên wan guhdarî bikin.
Em yên bêdest mayî
werin em li çepikan bixin
Em yên bêling mayî
werin em dîlanê bikin
Em yên mirî
werin li şahiya serkeftinê
li stranên jiyanê guhdarî bikin.
Ceng bi dawî dibe
li bajar şahiya serkeftinê li dar dikeve.
Şahiya serkeftina me li ser me
şahiya têkçûna me li ber me.
Wekê ez bejim tu ji min re
Wekî hewa hawcedarî
Wekî nan pîrozî
Wekî avê tu tiştekê azîzî
Tu ji bereketêyî ji bereketê..
Heke ez bejim
Bawer bike delalê bawer bike
Tu mala minde mihrîcanî baxçaminde bûhar
ser masemin de şeraba kevin
Ya min berde ku bejim delalîya te
Bi bayê, bi çema, bi çivîka...
Rojek ji rojan
Ger tu dengêmin nebîhîzî
Ji bayê, ji çema, ji çivîka...
Bizanibe ku ez mirî me
Lê belê tu dîsa xemgîn nebe
Ezê gora xwede delalîya te bidim jibîr kirin
ku tu dengêmin dibihîzî
dîsa asîmana bîne bîra xwe
û bizanibe ew roj roja qiyametê ye
Ez, di nav cihekê bê ser û binde dîsa te digerim...Dîsa te digerim...
Nivîskar: @Serdar_56