Kevok li der û dore xwe dinihêre ; di serê çiyan re çend teyrên mezin didin baskan û difirin. Cotek kîvroşk, ji koma merivan gelekî dûr, didin çarpiyan û direvin. Ji mirin, kuştin, şewat û hilweşînê çiqas dûr! Ji dehşet ,şîdet ,kîn ,nefret û rikê çiqas dûr!
Lê ev însan, ev şer, ev kîn û nefreta van însanan ? Ev xwîna ku diherike? Ev dil û ruhên ku bi xwînê tên avdan, ji xwe re kirine kaniya jînê?