Kevok li der û dore xwe dinihêre ; di serê çiyan re çend teyrên mezin didin baskan û difirin. Cotek kîvroşk, ji koma merivan gelekî dûr, didin çarpiyan û direvin. Ji mirin, kuştin, şewat û hilweşînê çiqas dûr! Ji dehşet ,şîdet ,kîn ,nefret û rikê çiqas dûr! Lê ev însan, ev şer, ev kîn û nefreta van însanan ? Ev xwîna ku diherike? Ev dil û ruhên ku bi xwînê tên avdan, ji xwe re kirine kaniya jînê?
ez êşa birînên qalik negirtî me ez bi qêrînên serhildêr im di hinavên min de agir disoje çiqasî eşq û evîn şikestin çiqasî stêrkên şevên sayî xeyîdîn çiqasî sînorên axa welatê rojê rondik barandin çiqasî darên hesretê pel bi pel temen weşandin çiqasî li ser lêvên evîndaran xunava ramûsanan cemidî çiqasî bêdengî di bin sîya tenê manê de dinalî çend helbest bi xwînê vedirişîn çend karxezal cîh û warên xwe diterikandin çend emir li nav tirsa hestên xerîbîyê de vediciniqîn çend dîwarên sebira salên dilgeş hilweşîn çend caran qederê kul û kederên bêderman kirin para me çend caran ez bûm penaberê çol û beyarên bi mij û dûman çend caran wateya peyvan di gewriya ferhengan de fetisî bê qedir û bê qîmet.....çend caran Welat Bazîdî
Reklam
Mirin, mayin, kuştin... Gotinên ku ez herî zêde dibihîs im... Mirin, kuştin, şewat û hilweşîn, li vir bûyer û kirinên herî hêsan in, bi hêsanî li vir tên pê. Çima? Mirin bûye mîna nan û avê, hewa û nefesê... Çima? Însan, jiyana însen li vir erzan e, zahf erzan... Çima?
Însan bêhejmar hatine kuştin, mal bêhejmar hatine sewitandin, war bêhejmar hatine hilweşandin. Bêyî ku me çu kesî bikaribûya rê lê bigirta... Kuştin bi xwe re kuştinê tîne Migo, eve pergala dinyê ye, şewat şewatê, hilweşîn hilweşînên nû...
Sayfa 336
Mirin, kuştin, şewat û hilweşîn, li vir bûyer û kirinên hert hesan in, bi hesanî li vir tên pê. Çima? Mirin bûye mîna nan û ave, hewa û nefesê... Çima? Însan, jiyana însen li vir erzan e, zahf erzan... Çima? Jiyan li vir ne pîvan e, pîvan mirin e... Çima?
evina ku li ser axa hezkirinê ava bûbe hebûn e ya ku li ser beştên berjewendiyê ava bûbe dawiya wê hilweşîn e.
Reklam
24 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.