Buhar bû Kulîlkan lêvên te bi ramûsanan So dikirin Kenekî xwedayî li ser dîlan dikir
Were Bi min re helbestê Binivîs "Bila helbest me binivîse"
Reklam
Şev birîndar in bi gûleyên Bêxewiya min "Tu razayî Mehabad"
Ji kenekî sotî li ser Herdu lêvên te re Ez bejnên gotinên xwe Ditewînim
Hembêzek hewceye
Êdî nema hembêz Têra sêwîtiya min dikin Min bi germahî hembêzke
Reklam
Ewrên hembêza te Germ bûn Ji herdu milan Dilovanî dibariya
Wê ax çi ji min re Bêje Û bîranîn wê çi bibêjin Li ber dergehên jînê Tenha mame
Reklam
Bayê buhiştê Ji sînga te difûriya Bi germahî
Mistek baran ji zivistana Çavên xwe bide min Da îşev tîbûna umrê xwe Bi meya evîna te Bişkînim
Jana Seyda
Kürt kadın şairlerinden biri olan Jana Seyda, 1976 yılında Amüd'de doğdu, Halep Üniversitesi Mühendislik Fakültesi Topografya Bölümünü bitirdi. 1990'dan bu yana şiir yazıyor. Şiirleri Arapça, Kürtçe gazete ve dergilerde yayınlandı, ilk şiir kitabı Türkiye'de Şeva Dawî (Son Gece) adıyla yayınlandı.
Keskesor Keskesora hembêza te Piştî barana bêrîkirinê...
Sayfa 68