Em ji bo zimanê xwe Kurdî dipeyivin, peyamên xwe bi kurdî parve dikin û pirtûkên Kurdî dixwînin heta ji bo wî em çalakiyan saz dikin. Lê min tiştek dît ku em pirtûkê eynî nivîskaran dixwînin. Mînak Occo Mahabad 213 car hatiye xwendin, 1764 heb jêgirtinên wî û 7 heb jî lêkolînên wî hene. Lê ez îro dixwazim ser nivîskarên jin bisekinim. Ez dibînim ku nivîskarên jin pir nayên xwendinê. Ez bi xwe jî naxwînim. Ji bo wî îstatîstîkên wan pir kêm in.
(Gulîzer: 35 xwendin, 146 jêgirtin
Dîlber Haco: 3 xwendin, 5 jêgirtin
Evîn Çîçek: 12 xwendin, 163 jêgirtin
Jana Seyda: 2 xwendin, 0 jêgirtin
Lorîn S. Doğan: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Axîn Welat: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Yildiz Çakar: 14 xwendin, 50 jêgirtin
Fatime Ferhadî: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Nûroj Mûnzûr: 0 xwendin, 0 jêgirtin
Bêrî Bihar: 1 xwendin, 9 jêgirtin hwd.)
Dikarim zêde bikim lê ne hewceye ji xwe ji hev ne cudatir in. Daxwaziya min ev e ku ez êdî dixwazim jêgirtinê nivîskarên jin ê Kurd jî bibînim. Çend hevalên me hene parve dikin lê ne bes e. Divê ku em zêdetir bixwînin û parve bikin. Min çend pirtûka sîparîş da çawa werin ez dest bi xwendinê bikim, hûn jî bistînin an jî diyariyê hev dû bikin û bixwînin, parve bikin û hevalên ku dixwazin lêkolîna binivîsînin bila binivîsînin.
Ji kerema xwe navêjin paş guhê xwe :)