Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Xanê Xanan
Xanê xanan lami`ê necma te her pirnûr-i bî Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûr-i bî Kewkeba se`da şeref tali` di nêv birca te bit Da tinê j’ çerxê bela şubhê mehê menzûr-i bî Encûmê çerxê muheddeb her ji zatê tey şerîf Kesbê enwarê bikin hetta ko nefxa şûr-i bî Lew ziyaret asitanî tête şemsa dewletê Da sehergahan ji dîdarê şerîf pirnûr-i
Ax ku ya te be zimanê te jî di her warî de pêş dikeve
Zimanê Kurdî jî wekî zimanê Farisî zimanê şa'iran e. Ji ber ku nest nivîsandin di kevin de gelek kêm bûye, lê şair gelek bûne û heta niha jî gelek in. Mezintirîn şairên Kurd ev in: Baba Tahir (935-1010): bi lehçeya lorî şî'ir nivîsandiye û navdengiya rûba'iyên wî li derveyî Kurdistanê jî belav bûye. Melayê Cizîrî, şairekî mezin é sedsala 12'an ne. Mezintirîn şairê edebiyata neteweyî Ehmedî Xanî (1650-1706), ku dîwana wî Mem û Zînê, mezintirîn nimûneya ji edebiyata Kurdî ya li ser dema derebegtiyê ye. Mewlewî (1815-1892) şairê herî mezin ê xezelbêjiyê ye, li Kurdistana başûr jiyaye. Koyî (1815- 1892) xelkê ji bo xebata riya azadî û serxwebûniyê han daye. Em dikarin ji şairên sedsala 20'an Pîremêrd (1867-1950), Ehmed Muxtar Caf (1897-1935) û Bêkes (1905-1948) bihejmê- rin. Îro li Îranê şairên bi nav û deng ên wekî Hejar û Hêmin, li Sûriyê Qedrí Can û li Yekîtiya Sovyetê jî Evdal û Şemon hene. Qet guman di wê de tune ku 'Ebdullah Goran (sala 1962'yan de li Iraqê koçî dawiyê kir) çi di warê naveroka şî'ir de û çi di hunan- dina awayî nú de ku di şî'îrê de daniye û çi jî di rewanî û Kurdiya bijarti ya şî'ir pê nivîsandiye, gihîştiye serê kupa edebiyata nû û şî'ira Kurdî ji qeyd û benda şî'ira kilasîkî ya Kurdî rizgar kiriye û bi vî awayî asoyeke nû ji bo geşkirina pêşdebirina şî'ira Kurdî vekiriye. Edebiyat û hunera Kurdî piştî şoreşa 1958'an a li Iraqê, bi awaki berçav pêş ketiye û jê tê hêvîkirin ku ne tenê şairên nû peyde bin, belko nivîskarên baş jî derkevin."
Reklam
528 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
Melayê Cizîrî
Dîwana Melayê Cizîrî heta niha ji aliyê gelek weşanxaneyan ve hatiye çapkirin. Divê bête zanîn, xwendina destxetan karekî pir îza ye û hewce ye baş bêne xwendin. Di vî warî de Weşanxaneya Nûbiharê karekî profesîyonel dike. Di vê pirtûkê de hem helbestên Mela hem jî wergera Tirkî heye. Wergêr Osman Tunç e û ez dikarim bi dilekî rihet bibêjim, wergera herî baş a Melayê Cizîrî jî ev e. Lewra ji bo wergera helbestên Mela, divê wergêr hem Erebî, hem jî Farisî baş bizane. Lê mixabin hin wergêr (naxwazim navê wan bibêjim) ne Farisîya wan ne jî Erebîya wan baş in lê wergerê dikin. Helbestên Melayê Cizîrî li gor cureyên helbestên wî hatine rêzkirin. Yek bi yek navên helbestan nehatine nivîsandin. Sedem jî ev e; di helbestên klasîk de navên helbestan tunene. Di dawîya pirtûkê de wek fihrîst hatiye amadekirin. Cureyên helbestan: Qesîde, Medhiye, Terkîb (Terkîbê Bend, Tercî-ê Bend, Tardiye, Terbî), Xazel, Hicîw, Rubaî, Ferd, Muşaare.
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)Melayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2018208 okunma
Dîsa Me dil bû agir û nîran e dîsa Ceger jê taze min buryan e dîsa Neşim êdî ewan derdê dê bê hed Bikêşim lew bi derb û jan e dîsa
Ev jî ji bo Colemêrgî'yan:)
Xaleke din jî wekî " -(b)it" bikaranîna cînavka kesandinê ya kesê sêyemîn e. Xuya ye ku ev form di Kurmanciya berê de hebûye û niha jî di hinek devokan de tê bikaranîn. Ji ber ku ev form tu alozî û tevlîheviyan di zimên de pêk nayîne,hêdî hêdî dikeve zimanê nivîskî jî. Lê zehmet e ku piştî vê demê cihê xwe di zimanê nivîskî de bigire. Di dîwanên wêjekarên klasîk ên Kurd ev form bi xurtî hatiye bikaranîn. Em dişên ji Dîwana Melayê Cizîrî çend beytan wekî mînak pêşkêş bikin: Yar divê hakim !bitin qewlê reqîban guh !nedit Şahê milkê dîlberê dê fa'ilek muxtar !bit
Sayfa 140 - Enstîtuya Kurdî ya stenbolê 1992Kitabı okudu