Me qewlê xwe danîbû
Bi hezar û yek biharan re,
Li nav ronîstana deşteşînekê,
Di çaxê vebûna stêran de…
Wê evîneke xemrî
Li mişextiya me ya bêdawî bar bikirana
û kenekî ji nefelê kesktir
Deştên nava me
şeveke xewrevîn
Bejna xwe bi pelên Gwîzî radipêçe
Wek dest bide rupelên kitêbekê
Dihingive dilê Beytikekê.
û xewna bi Nêrgizê re hilatî destpêdike...
Li keviya helbesteke xunavî
Agirekî devliken dêmên ezman radimuse,
Ma tu tenê biharek î,
eşqa bask şîn
di kîşwera xewna min de binevşek î ?
li keviya xewna nefîkirî,
li ber hemî çeman zarokekî xeydok î?
çi leza te heye,
qey tu hatiyî agirekî?
Rûyê te,
Jarê gidyanê,
şengesiwara li ser hespê niyazê
Riyan di sahra û deryayan de pîr dike,
Nagihîje perwazeya xwe ya şikestî
Bi destên Zimrûdî yên birînpêçekê derman bike.
şopa xwînê riya wê bi gundekî çiyê dixe
”Xwedê yek e dergeh hezar in” dibêje
Kebaniya li ber tifikê
û memika xwe ya çepê dixe devê Karikekê.
Keçik xwe di pişta birînê de
Lîsa!
pê dihesim,
destên te bi ewrên pembûyî yê zarokatiya min ve asê man
û piyên te Xecîcokên sor yên Newrozê ji xwe re birin…
Zanim dilê te perperîka şîn bû li ser gula hîroyê datanî
Bejna xewna te bilind…
Tu bi qedrê çiyê kî Lîsa, nebêje êdî dişikim difirînê de
Bihesibîn ku tu stêrikeke pêxistî yî de destana evînê de
û li ser banên şevên havînê,
Di himêza destanên kevnar de
her du çavên zarokiya me ber bi te ve ne…
Baskên xwe fireh veke qubanê,
hîna ji xewna me ya şîn re heftê û heft firîn hene…
Hinekî ji kenê çavên xwe
Bide min
Ezê di zertavê de,
Di sariya êşkenceyekê de,
Di tariya hûcreyekê de,
Di êşa cudabûneke dijwar de,
Di dûrbûna evîndarekî de
Xwe li ber germ bikim.
Pişt re ,
Ezê wekî dilopeke baranê
Biniqûtînim ser reşika çavên xwe…
Ezê bi germiya dildariyekê xêz bikim
Li ser tabloya dilê xwe
Bila bibe wêneyekî bextewariyê,
Mitsek bihar
Baskekî dînitiyê,
Gulên li nav helbestekê,
Adara temenekî,
Bişirîna xewneke azadiyê,
Ji bo evîndarên
Ku evîn berz kirine…
çûyîna te
Kulla li ser kullê ye
Ne xwedê…
Ev dê û xak,
ev giyan
û ev peyv dizane
bê çûyîna te çiqas kêmanî
û çendî neheqî ye…
Niha bi kîjan birînê bigrîn em?
Em bi kîjan birînê bigrîn?”
Qey dive di ber pişta her xeyala me de,
şurekî destik sor hebe?
Ev çend qirn in,
em hilgirên xewnên kiras zêrîn in,
bi biskên xwe yên badayî,
uçkên xwe yên girêdayî
gav bi gav na,
çiqas diyên me
dehe deh hitikan biwelidînin jî,
nobedarên desthilatdaran
ji nasnameyên me pirtir,
dîsa hejmara gulleyan
ji salên zarokên me zêdetirin?..