Ev bajar jî limin nehat , ezê biçim xerîbîyê
Ez ê li welatê xelkê binêrim li çavên xwe
Min tiştek fehm nekir ji dinê , ji jînê , ji evînê
Gava derîyê bîrê vebû ji dûrîyeka nêzîk
Ez ê biçim bibim pêlek li deryayên tarî
Derenge biçûrisim di çavê yekê da
Li ber derîyê şevê bilûsim
Gulekê biçikînim di porê demê da
Ba bi ser bêndera min ve nayêt
Tovê min pûç dibe di bin axê da
Li dûr diqîre zengilê xewnerojkan
Ew ezê qurre jî ez terikandime