Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

ji xwe re xwendevan’

tu dibêjî ez evîn im dildarê te were, serê xwe deyne ser sînga min bimije ji kul û kedera vî dilî, da ku sivik bibe jan salan. bila kew bigirin birînên bêderman û ez jî bikaribim bibim bersiv ji bo eşq û evîna te.
Sayfa 111Kitabı okudu
Reklam
hûn bi xêr hatin ey şervan li ser seran li ser çavan kerem bikin werin meydanê em bi hev re bigirin govend û dîlanê ji bo azadiya gelan bila biherike xwîn û xwêdan
Sayfa 109Kitabı okudu
hûn bi xêr hatin ey şervan li ser seran li ser çavan hûn in roniya şevan ji bo azadiya welat hûn mizgîn in hûn felat
Sayfa 109Kitabı okudu

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
dimeşin sondxwariyên jiyana azad da ku rojêk zûtir xwe bigihînin rojê!
Sayfa 101Kitabı okudu
li çarhêlê welatê min dimeşin îro keç û xortên sondxwarî da ku bi dest bixin dilopek azadî û diyarî dayikên dilsotî bikin
Reklam
ji te dûr im welato! bi kesera te dijîm. di nava çar dîwarên zindana da, hêsinên wê dizeliqin bi çavên me ve li vir di nava bêdengiya zindanê de ez li ser çiyayên ku niha bo berfê xemilîne dizihirim
şev tarî ye dîsa. ji wan şevên ku dibêjin “çav çavan nabînin.” asîman bê stêrk e, hîv jî wenda ye. dihizirim di nav tenêtiya xwe de.
lê ma nayê bîra te? ku me roja ewil ji hev re gotibû “derketina derveyî rêya rast mirin e” tu derketibûyî derveyî rêka rastiyê êdî ji bo min tu miribûyî te baş dizanî ku di felsefeya hevaltiyê de nîn e û wê nebe efûkirina bêbextiyê û ka bêje ez çawa te efû bikim?
tê bîra te? em rojekê li hev civiyabûn, me bi hev re peyman danîbû. “rûbadana ji rojê, bêbextiya li xeyalan e” gelo hate bîra te?
ez evîndar im evîndar evîndarê te û welatê kevnar ku îro dike nalenal. di bin çaroxên faşîstan de ji ber wê bû ku min nikarîbu bijîm evîna te û terka evîna welat bikim. erê min hez kiribû ji te û hê jî hez dikim. jixwe ji ber wê bû ku min bijart evîna welat.
Reklam
“li zindana amedê pêşengên me radest nebûn û çok dananîn. em ê jî teslîm nebin û çok daneynin.. we bihîst? bêdeng bin û guhên xwe bidin wî dengî. nesekinin, li dû herin.
dengek tê. hey loo! hey lêê! hûn çima bersiv nadin ey keç û xortên Kurdistanê? hey hewar bersiv bidin da ku “bêkes” nemînin tu zarok
tu, ey keça kurd ku bi wêrekiya xwe tê nasîn. ji bo çi rawestiyayî? ka bêje, tu li benda çi yî? rabe û bimeşe ber bi çiyayên berz. li ser tapê wan azadiyeke xwedawendî mîna taca zêrîn li benda te ye.
teriqîn zarokên welatê min ber bi çar hêlên cîhanê ve. her yek bûbû yekî din, biyanî xwe ji xwe dûr. yê ku dibû ereb, yê ku dibû tirk, yê ku dibu faris. helbet ev ne xwestek û daxwaza wan bû. lê bi wan dabûn qebûlkirin.. lê ne tirk, faris û ereb bûn. Kurd bûn ew!
124 syf.
7/10 puan verdi
·
7 saatte okudu
Kulîlka Zagrosan
Kulîlka ZagrosanHasan Kaçmaz
7/10 · 1 okunma
685 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.