Were.. were ser singê min, e gorî te me, textê te pêsîra min e, li ser pêsîra min de rakeve, ezê bibim dergûşa te û ji te re serêlok û pehîzokan bibêjim.
Dilketî me, dîl im ez, dotmîr û fermandarî tu! Sal û hîv herdem tu î, hem rovejîn hem rohilat, Dîl im ez, dîla welatî; ez jî qurbana te me, Gewre ye hêvîn û jîn, lê gewretir al û welat!..