Ew stêrka li şeva xwe
digeriya
gelo , kî dizanê
şev bikude çû ..?
ezê îro dîsa
bi ser xewa kê de
birijim..!
li min bibûrînin ,
piçûkno , mezinno
dizno , evîndarno
hunermendno , reşikno
spîno
Ciyano , asmanno
Stêrkno , çav şînno
ez ji we hemûyan
hezdikim
cara dawî şeva we
hembêz dikim
ezê îro
bi ser xewa xwe de
birijim …!
li min bibûrînin
.. bi xatirê we …..