Destana Dewrêşê Evdî
...
Wexta vana li meydana cengê vegeriyan, êh dijmin li hamberî wan e,
gumme-gummê defane,
lîlelîlê zilxitane,
kûrekûrê hirobçiyane,
egîd darin û têne, meydanê dixwazine.
Êh vana gîh çar mane.
Dewrêş bane hevalan kir, go':
Heval'no! Guhê' xwe bi ser mi' din, dengî mi' tê we gişkane!
Rev nema, vegera mal û xwediyan nema;
her kes berî xwe bid'nêkê, em kesek dernakevin ji nêv cerd û bêregê' giran.
Yan em ê cerqînî lêxînine li komê Tirk û Gêsan,
yan em ê gîh hîro serî xwe bid'ne diyarê qebrê, axa kendal û gornan."
...
Dengbêj Baqî Xido
Jêrenot:
Ev şêweya destana Dewrêşê Evdî ji aliyê dengbêj Baqî Xidir (Baqî Xido) ve hatiye gotin. Berhem dawiya sal 1987 li ser kasêtan hatibû tomarkirin û ji Kobanî ji min re hatibû şandin.
Çavkanî: Destana Dewrêşê Evdî
Amadekar: Shahîn Bekir Soreklî