Hey li min felekê,
Te çima li min weha kir?
Te teyrê xwe berda, koma refa min belav kir,
Te ez kirim qutîkî pole, dev û lêva wî şima kir,
Herçî dost bû, te li min melûl kir,
Herçî dijmin bû, te li min şa kir,
Hey li min felekê,
Zozanê Sipanê Xelatê xweş e, li siya darê,
Felekê ez şaş kirime, berdaye, geh li jorê, geh li xwarê,
Felek xayin e, dewran bêbext e, dikime-nakime, qet nayê li karê,
Hey li min felekê...