Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

101 Biwêj 101 Çîrok

Mehmet Öncü

101 Biwêj 101 Çîrok Sözleri ve Alıntıları

101 Biwêj 101 Çîrok sözleri ve alıntılarını, 101 Biwêj 101 Çîrok kitap alıntılarını, 101 Biwêj 101 Çîrok en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ev lê lê ye. Hê lo lo maye
Dibêjin; Rojek ji rojan, mirovekî kurmanc û yekî tirk ji hev re bûne rêheval. Dibêjin riya wan gelek dirêj bû. Dema ku dawiya ken û henekên wan hat, ê tirk di dilê xwe de got; - Ez vî kurdî bixapînim ku, tinazên xwe pê bikim. Ji ê kurd re got; - Bira, wer em li hev siwar bin, kesê ku ji ê din siwar bûyî, bila stranekê bibêje, heta ku strana wî xilas bûye, bila ji ser pişta ê din be. Ê kurd got; - Bila. Ê tirk got; - Ewil ez. Ê kurd pêşniyaza wî qebûl kir, ê tirk li pişta ê kurd siwar bû. stranên ku wî zanîbûn, hemû bi hev ve kirin û weke ku stranek be gotin, lê hê nîv saet jî neajot, dor hate ê kurd. Vê carê ew li pişta ê tirk siwar bû, di dilê xwe de got; - Evê nezan stranê çi zane. Dest avête guhê xwe, got; -Lê lê lê... Saetekê bi tenê, "lê, lê, lê..." digot. Ê tirk gelek aciz bû û got; - Xilas bû? Ê kurd got; Min niha dest bi stranê kir, ev lê lê ye. Hê lo lo maye.
Nan pir, pîvaz pir. Gelo çima mir?
Dibêjin; Rojekê ji rojan, kesekî şivan bi rêyekê de diçû, nexweşiyê pê girt, bi bandora nexweşiyê re ket û mir. Piştî demekê kesekî din ê ciwan lê belengaz rastî wî hat. Xortê ciwan çû ser termê şivên, destê xwe avêt damara wî ku bêhn nade, fehm kir ku camêr miriye. Nêrî ku hebanek di stûyê wî de ye, destê xwe avêt hebana mirî, nêrî ku çend dûkim (tehtî) nanê şikeva yê nerm û baqek pivazên hêşîn di hebanê de ne, zilam fikirî û got; - Nan pir, pîvaz pir; gelo çima mir?
Reklam
Derpiyê min lixweke, tê de tir û fisan jî neke.
Sayfa 157Kitabı okudu
Carna hin kesên neqenc hene, dema ku mirov kesên ji wan neqenctir dibîne, neqenciya ew kesên neqenc li rex neqenciya neqenctir sivik dimîne.
16 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.