You can find By Number Of Pages Agir û Pirûsk quotes, by number of pages Agir û Pirûsk book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Ger bi hev re ranebin em wek pilingan serbilind,
Pêş ve naçin em bi carek, xurtî û azadî çû
Tev de rabin wek bira bin, dest bidin şûr û tiving.
Kurdino rabin hey hewar e, xakî kurd û madî çû.
Te gotî min eger carek tu bê vir,
Emê rûnin li pişt perdê du gava.
Heye deh sal li ber der ez dinalim,
Tu nabêjî bese mala te ava.
Ji min canê şêrîn ger tu dixwazî,
Ji min bistîn bibe ser her du çava.
Belê bistinê emr im kirne wêran,
Di payîza evînê hewr û tava.