Cegerxwîn xweş dibêjî, lê kurd ne çê gihane;
Tim gewheran dirêjî li cem wan bê buha ne.
Ev pîsî û qirêjî, ne yên kurdên niha ne.
Zingar gihaye mêjî, lew dîn dikin bahane.
Dixwazim ey dilo jaro bi çakı, Heri mirën welatê me tu raki.
Bibēje ey şehîdën dîn û milet; Bes e rabin, serê roja me derket.
Beg û axa ji we fro digazin; Bes e rabin, weki méran, merazin.
Dilo jaro, ji Xalid beg re bëje; Bi serbesti tu yek nitqê birêje.
Bibėje; Xalido, rabe dereng e, Hemî kurdan bi hev re daye deng e.
Ji wê rabe here bëje Fuad beg; Ji kurmanca re rêzan î, tu bê şek.
Qelem fede dikî îro tu rabe; Xewa şêrîn ji bo me pir ezab e.
Di vî wexti kesê wek te ne zaye Belë çi bikim ji min îro cuda ye.
Dilo bėje Kemal Fewzí tu kaní, Tu dilxweş be, bi van rojên ciwaní.
Dizanim ko di vi wexti tu rabi, Welatê me ji xwînrējan cidaki
É ko kuştin ē ko man; Hatin gundan bé goman.
Wan ji weke me kurdan, Destê xwe j' ber xwe berdan.
Elok û tūtik ü qaz, Tev de bûne belengaz.
Tev de ketin koxê reş, Çîroka me ji we re xweş.
Wek seydayê Cegerxwîn, Hemî bûne dilbirîn.
Bawer bikin ey yarê min, heval û hem gûhdarê min;
Her gav û her êvarê min, naxoş û hem bêzar e dil.
Geh ar e dil, geh av e dil, geh tar e dil geh tav e dil,
Murxê seher der dave dil, lewra Cegerxwîn par e dil.