Avahiya Kevirî Û Ên Din

Aslı Erdoğan
Dema ku herî dawî min ew dît, weke ku lê giran bûbe serê wî ketibû ber wî. Porê wî, eniya wî û çavên wî dinixamt. Ya herî jê ditirsiyam ew bû ku, serê xwe ji ber xwe derxe û li min binêre. Ya herî jê ditirsiyam... Ya ku min herî zêde dixwest jî ev bû, li min nihêrîn, dîtin û peyvek nihurandin. Îşaretek, gazinek, xatirxwestinek... Yekê jî nekir. Aha wisa çavên xwe li ba min hişt. Ji ber kesî wî yê ku deyne cem tunebû.
Sayfa 128 - Aryen Yayınları