Li ser stargehên min ên rûxandî
Li ser fanosên min î hilweşiyayî
Li ser diwarên bêzariya min
Navê te dinivisim
Li ser tunebûna bê daxwaz
Li ser tenêbûna tazî
Li ser pêlikên mirinê
Navê te dinivisim
Li ser siheta vegeriyayî
Li ser talûka wendabûyî
Li ser hêviya bê bîranîn
Navê te dinivîsim
Û bi hêza gotinekê
Ji nû ve dest bi jiyana xwe dikim
Ez çêbûme ji bo te binasim
Ji bo nav li te bikim