Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
170 syf.
·
Puan vermedi
·
15 saatte okudu
Azadî yek ji şi'rê herî navdar a sedsala 20an e. Di Şerê Cîhanê ê Duyemîn de balafirên ingilîzan bi dehezaran nisxeyên vê şi'rê avêtibûn ser Fransaya di şer de. Liberté ji fransî bo kurdî ji aliyê Sacha Ilitch ve hatiye wergerandin. Resamê kurd Ziya Aydin wêneyên wê çêkirine. Paul Éluard, bi navê xwe yê rastî Eugène Émile Paul Grindel, di 1895an de li Saint-Denis (nêzîkê Parîsê) ji diya xwe bûye û di 1952an de jî miriye. Di 1931ê de li dijî pêşengeha kolonyal a Parîsê derdikeve, di belavokek de wiha dinivîse : ''Ger hûn aştiyê bixwazin, şerê sivîl amade bikin.'' Ji Partiya Komunist tê avêtin lê şerê xwe yê ji bo şoreşê didomîne, ji bo hemû şoreşan. Berdevkê surréalismê, dostê Breton û Picasso bû. Li ser bombebarankirina Guernica şi'ra xwe ya bi navê Victoire de Guernica (Serfiraziya Guernicayê) dinivîse. Di salên şerê Îspanyayê de Eluard û Picasso ji hev naqetin. Şaîr ji yê resam re digot : ''Tu bi tiliyên xwe alavan digrî û agir dinexşînî."
Azadi
AzadiPaul Eluard · Helin Yayınları · 200914 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.