Bendewarên Adarê

Mihemed Ronahi

Quotes

See All
Navê yara min Felek e,çavên bikil reşbelek e Porê qemer bi xelek e, heza wê’l ber dil gelek e Wê şepala dêmgewherê, rûniştiye’l ber pencerê îro ji derba xencerê, lazim bi êşan î Mela Kirye argeh li min sîne, ez Memo me ew jî Zîn e Ew Leyla û Mecnun kî ne, bila were min bibîne Weke rojên xwe yên berê, li wê digerî ‘l her derê Teşbîhê zulfa
Wî warê ku ji min re nabe war bila bişewite Ku axa min qebûl nake ew al bila bişewite çep ziviriye li serê me îsal çerxa felekê Eger ku rast nazivire ew sal bila bişewite Aş çûye kurdo rabûye doza çeqçeqokê dike Wê talanê bikin helbet ew mal bila bişewite Bindestê guran î tu kurdo, berketyê xelkêyî tu Ku te hê jî hay jê nîn e ew hal bila bişewite Neviyê wî bi kurmancî nizane ew jî bi tirkî Cehnima canê wî kirî ew kal bila bişewite
Reklam
Salnameya Evînê (10)
şivanekî şevlêgeriyayî me li sertarê Sîpanê li navmilê min kulavekî xuristanî pêrgî Siyabendê Silîvî têm dibêje min: evîn pezkoviyeke ziyanî ye Ronahiyê min dakeve ji van geliyan. evîn pezkoviyeke ziyanî ye her li zeviyên biyan diçêre
Salnameya Evînê (3)
ez têm û dibim mêvanê êvarên te yên birîndar yên ku pal dane kendalekî qedirşinas têm û dibim mêvanê xewnên te yên zîvîn yên ku ji berfîneke girînok hatine dizîn ma qiyamet radibe tu jî şevekê hema şevekê werî û bibî mêvanê şevereşên min ên xeyîdokî
Salnameya Evînê (12)
aha berfîn vaye payîzxêr kete axê demsalek derewîn daket ser emrê min û te vaye bi heft rengên xwe hatina te şabaş dike keskesoreke dilovan payîzxêr e berfîn payîzxêr e li ser piştê ye deriyê dilê min were silavekê bide tenêtiya min û derbasî hundir be ji bilî te kesî nedî birînên min êdî tu nojdar nîn e ji min re were aş bike kerba min a azirî ramûse lêvên bêrîkirinên min bike welat ji min re cotê zermemikan ez bikim welat ji te re sîngê xwe yê çiyayî ma ne me bi hev re kişand derdê bêwelatiyê berfîn
Reklam
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.