Dilê min pîvazeke tûj e
Serê xençerê min ji ber hêsir dike
Berfwerîn Mirov bi parsa ber derîyê dojehan
Nabe xwedîyê bihûştan
Berfwerîn Min heft salan ji kêran re lorand
Li çol û çiyan ji guran re lîrand
Berfwerîn Giş bela te ye
Barê gêrikan pişta min şikenand
Xuricîna stêrkan hêsir ji çavê min gindirand
Helandina berfê dilê min peritand…
Giş bela te ye… Rênas Jiyan Berfwerîn