Beriya Mêrdînê

Konê Reş

Quotes

See All
Dibêjin carekė li gundê Girsor, di oda Evdîkê Xelo de bi hinguliskê, li ser çewalek gûz lîstine û Seydayê Cegerxwîn jî di nav wan de bûye. Piştî ku rexek bi serketiye, zoriya rexê din biriye, ji Cegerxwîn xwestine ku ew gûzan li wan belav bike. Cegerxwîn ji wan re gotiye; ez wek Xwedê belav bikim an wek xwe? Lê vegerandine; wek Xwedê! Dibêjin; Cegerxwîn bi rêza zilama ketiye, yê hina du lib kiriye dawa wî, yê hinan çar kulim, yê hinan kulmek, di ser hinan re derbas bûye û nedaye wan, yên hinan din çar lib û wiha. Dibêjin, dema ku Cegerxwîn wiha belav kiriye, yên kêm par qebûl nekirine, dengê xwe bikindkirine, lê rabûne û gotine; seyda! Ev çi ye?! Em wilo qebûl nakin?! Seyda li wan vegerandiye û gotiye: Law! Mane min ji we re got, ez wek xwe belav bikim an wek Xwedê, we got wek Xwedê. Xwedê dide hinan û nade hinan...
Sayfa 160Kitabı okudu
"Xwedê xera bike mala Fransaye, xet anî van dera ye, ji hev kir destê aşiq û maşûqa ye. Xwedê xera bike mala Fransaye, xeta sînor di nav dil de radaye, destê bira ji bira qetya ye. Xwedê xera bike mala Fransaye, bi kotekî xeta sinor badaye, ji hev kir destê mirîdê bavê Masûm û Zekiya ji şêxé wa ye. Xwedê xera bike mala Fransaye, xeta tirênê bûye bela ye, kurmanc ji hev kirine cuda ye..."
Reklam
Bûka çavan: Gelek caran pizikek biçûk bi navê "bûk" di çavê hinan de derdiket, çareserkirina wê; divîbû ku jinekê kurapê xwe kiribe û di roja çarşemê de, sê biskên porê xwe di ser bûka çavê yê nesax re bibe û bîne.
Sayfa 147Kitabı okudu
Jîn
Carcaran zilamên gund ji hev re digotin; gotina jinê bi serê mêr de diçe wek ku çawa kêr bi seriyê penîr de diçe.Û digotin; jin stûna malê ye.
Ez ê ne li vê mo ne li wê mo, parçak ewrê reşî tarî ser behrê mo, dosta lawikê Bûbilanî xortê çê mo...
Reklam
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.