Bi Kurmanciya Gewr sözleri ve alıntılarını, Bi Kurmanciya Gewr kitap alıntılarını, Bi Kurmanciya Gewr en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Gelo em li hêviya çi ne an kê ne?..
Ku em bi zimanê xwe nenivisînin, wêjeya xwe ya heyî venejînin, zimanê xwe yê nivîskî fireh nekin, pêşve nebin; ew ê kî bê vejîne, fireh ke, pêşve bibe? Ji kîjan bejê(qit’ayê), peleyê(ülke) ew ê kî bên ?
Di dîroka neteweyan de hin kes hene ku berê herikîna dîrokê diguhêrin, herikînê bi lez dixin, an ji wê herikîna bêserûber û kêmbikêrhatî; tînin pîr û pergalekê didinê da bêtir bi kêrî daxwazê bê. Ev dîrok dibe ku bi tenê ya leşkerî, ya siyasî an jî ya çandeyî be.
Bê şik mîna her gel û neteweyên li dinê em jî xwedî çandekî ne. Zimanek, muzîkek, zargotinek (folklor), wêjeyek (edebiyat) me jî heye. Wekî her tiştî her bûyerê ew jî hewcedarên xwedîbûn û xwedîkirinê ne. Bi xwedîbûn û xwedîkirinê pêşve diçin, digihîjin, dikemilin.
Li welatekî mêtingeh ku ji çar alî ve ber li jiyana ziman û çandeya wî hatiye girtin, bi zimanê wî welatî di warê çandeya pêşverû-şoreşger de dest avêtina weşandin û nivîskariyê, bi rastî karekî gelek dijwar e.
Zimanê kurdî bi rewşa xwe ya îroyîn hê pêvajoya xwe ya yekîtiyê neqedandiye. Ne bi tenê di nava zaravayan (lehçe) de, lê di nav devokan (şîwe) de jî têveliyên (ferqiyet) girîng hene. Kurdekî Meletî û kurdekî Hekarî bi hêsanî ji hev fêm nakin (Mînak). Digel herdû jî bi zaravayên kurmancî diaxifin, ji bo ragihandina daraz û daxwazên xwe hewcedariya bi tirkî axaftinê dibînin.
Helbestên Cegerxwîn hêdî hêdî ji hucrik û medreseyên feqeh û
melayan derket, li nav xwendevanên xwendegehan, li nav gencên nûhatî, li nav sazbend û mitribên Kurdistanê belav bû. Di “mîtingên rojhilat” de dehol û zirne li pêşiya karwanê welatparêzan ku ji Qers, Agirî, ji Cizîr û Hekarê, ji Dêrsim û Rihayê hatî, meqamê:
Welatê Kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e, tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye ji xelkê re.
lêdixistin.
Di hoyê welatê me de bi tenê ziman hînkirin û belavkirin jî têkoşîneke mezin a siyasî ye û mazmazka têkoşîna siyasî ye. Me bi tenê bikaribiya vê pêk bianiya ji bo me biserketinek bû ku wê bibûna kaniya bextewariya me.
Mîr Celadet Bedirxan wiha digot:
“Kuro eyb e, şerm e, fehit e. An hînî zimanê xwe bibin an jî nebêjin em kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîyeke giran e.”
Sindanekî ku demeke dûr û dirêj ji mizdana çakûç û geran dûr keve çawa ku biçilmise; zenga kevnariyê û perpûta mirinê bavêje ser çavê wî, wisa jî zimanekî ku ji axaftinên rojane û bikaranîna nivîskî dûr bimîne herwisa dimerise, dikurise, diçilmise.
Mafê gelê kurd ên di dest de bi tenê qîrîn û gazina wî dimîne. Diqîre ka ku dengê wî bibihîzin, ka ku yên ji wî bi xwe dengê xwe bibihîzin:
Welatê Kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye ji xelkê re
Welatê Kurda hemî çîmen e
Egîd û şêr û piling tê hene
Hemî heval û pismamê me ne.