Gelo em li hêviya çi ne an kê ne?..
Ku em bi zimanê xwe nenivisînin, wêjeya xwe ya heyî venejînin, zimanê xwe yê nivîskî fireh nekin, pêşve nebin; ew ê kî bê vejîne, fireh ke, pêşve bibe? Ji kîjan bejê(qit’ayê), peleyê(ülke) ew ê kî bên ?
Di dîroka neteweyan de hin kes hene ku berê herikîna dîrokê diguhêrin, herikînê bi lez dixin, an ji wê herikîna bêserûber û kêmbikêrhatî; tînin pîr û pergalekê didinê da bêtir bi kêrî daxwazê bê. Ev dîrok dibe ku bi tenê ya leşkerî, ya siyasî an jî ya çandeyî be.
Bê şik mîna her gel û neteweyên li dinê em jî xwedî çandekî ne. Zimanek, muzîkek, zargotinek (folklor), wêjeyek (edebiyat) me jî heye. Wekî her tiştî her bûyerê ew jî hewcedarên xwedîbûn û xwedîkirinê ne. Bi xwedîbûn û xwedîkirinê pêşve diçin, digihîjin, dikemilin.