Öne Çıkan Bîra Qederê kitaplarını, öne çıkan Bîra Qederê sözleri ve alıntılarını, öne çıkan Bîra Qederê yazarlarını, öne çıkan Bîra Qederê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Bi kîjan gotinê destpê bikim, nizanim.
Êş... Belê êş, tenê êş! Tenê em li vê dihesî dema ku me ev pirtûk xwend. Lê çi êş? Kîjan êş? Evîn? Welat? Feqîrî? Xerîbî? Bindestbûn?...
Wê kîjan peyv vê êşê bîne ziman, nizanim. Tenê peyvek têrê nake. Ji ber ku hemû peyvên bi êş dorpeç dike dilê mirov.
Lê kîjan mirov?
Her pirs wê wisa gelek bibe... Ne
Kurmê darê ji darê ye, kurd kew e, neyarê qewmê xwe ye...
Gelo we gotin ji vê gotinê rasttir dîtîye?
Belê para me her çikas êş, sirgûnkirin, zordestî û hewld be jî, bi taybetî ya dilê me işand xiyanet û birakujî bû... Mixabin em tenê neyarê xwe bûn ne ê tu kesî.
Romana Mîr Celadet Bedîrxan lê bi destê mehmed uzun hatî nivîsandin. Du mirov le dilek, du nivîskar lê devek, du can lê pirtukek: Bîra Qederê.
Bîra QederêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20133,341 okunma
-Yadê, ka kekê min Sureya li ko ye? Yadê, em çima narin Cizîra Bota? Yadê, em çima li malê bi tirkî napeyivin? Yadê, çima çavên bavê min carina kelgirî dibin?