Bîreweriya Laş

Ehlam Misteğanmi

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
318 syf.
·
Puan vermedi
Çawa ku her tişt nayê gotin, her hest nayê ravekirin, eyn wisa her pirtûk jî nayê nirxandin, bi min. Min dixwest dûr û dirêj li ser vê berhemê binivîsim da dilê xwe lê rehet bikim, lê nikarim rêzikekî jî binivîsim ji xeynî diyarkirina tesîra ku li ser ruhê min hişt. Gelekî êşiyam bi xwendina wê. Herî dawî pirtûkeke Orhan Pamuk min bi vî hawî êşandibû. Ez dibêm tiştên ku em kêmasiya wan dikişînin di nava çend rêzikan de veşartî ne, dema em pêrgî wan tên ew kêmasî xwe didin rûyê avê. Herwiha êşa wan jî xwe dide der. Ez ê di derheqê berhemê de ti agahiyan nedim da hûn zêdetir meraqa wê bikin û zûtirê bi dest bixin ji bo xwendinê :) Berhem ji aliyê nivîskareke Cezaîrî ve hatiye nivîsandin, wergera wê ya ji Erebî jî Jana Seyda kiriye ji bo Kurdî. Jana Seyda nivîskareke pirr hêja ye, wergerên wê jî bi qasî nivîsên wê serkeftî ne, hîç tehma wergerê nedihat ji berhemê. Hêvî dikim ku berhemên wiha serkeftî zêdetir tev li wêjeya me bin da ruhê wêjehezan serobin bikin tim û tim.
Bîreweriya Laş
Bîreweriya LaşEhlam Misteğanmi · Avesta Yayınları · 20065 okunma
Reklam
Resim