Hûn min çênî çênî jî bikin ez ji vê axê naqetim û ez terka vê axê nakim. Ez ji vê axê hez dikim. Ez nikarim di qullikên bajaran de bijîm. Ez rojeke vir deh salên Stenbolê nadim, ez kulmek xwelîya Tenûra Şaxê bi temama mal û milkên Stenbolê nadim.
Çawa dewsa birînê di canê mirov de dimîne, bîranîna wê gavê, wê dîmenê, wê bûyerê jî weke trawmayekê, weke trajediyekê tim di hiş û binhişê mirovî de dimîne.