Kuro wellah û billah ev ne demokrasî ye
Eslê vê dezgeha we, daf û dizokrasî ye
Ev heftê sal in ku hûn bênamûsiyê dikin
Bes e lawo, daxwaza me heq û azadî ye
Qaşo hem misilman e, hem segê zaliman e
Ew hemû tiştî zane, lê bi kurdan nezan e
Qebûl e hemû mirov bighin heqê xwe, lê qet
Li gor wî heq û huqûq, ne layiqî kurdan e
Here siwarî here, peyayî here, here
Heta ku hesp nikare di rê de biçê here
Ji hesp peya be here, heta ku tu dikarî
Paşê li benda wê be ku "çûn" ji xwe ve were
Ker bûne reyiscumhûr, dehşik serokwezîr in
Dîz bûne xezînedar, wawik mudir û mîr in
Dewleta ku em tê de dijîn li ber çava ye
Şêr di qefesan de ne, meydan tijî xenzîr in