Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin,
Dinya ne hêja ye emê tev bimirin.
Mala me gelekî kûr e, yek max e,
Ew jî li bin şeş heft tebeqên ax e.
Em tev bira ne, ji dê û yek bav,
Ji miriyan re çi maye, ji bil nav.
Ji dil bidêre min ey bira
Ji bo te bihûnim dir û gewhera
Dixwazim bibêjim birast û dirist
Bere bêne ser min hezar kurt û pist
Bi tore biçênim gulên sor û zer
Bi ava riwê xwe, bi xwîna ciger
Por zêrîn û çavkesk û rûrojê
Ebrû heyv û stêrik pijkojê
Kufr û îman du ayetên lêvên sor
Ê maçek jê bir bihiştî, ê jê nebir çû dojê
Feleka etles kembera xwe berdaye ser bejnê
Pir naz û delal e, dêm ji gula berrojê
Maçek berî sîh sakî daye min ji lêvan
Ji wê çaxê xewa min nayê, ne bi şev ne bi rojê
îsal min maçek jê xwest, go:Na
Ji dêman?
Min go:Na
Li lêvan?
Min go:Jê
Min maçek jê bir û bi hezaran ketin ber pê wê
Dema hembêz kirim wê agir piling û dilsojê
De lorî, lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
Millet ku sax bî nema tu dimrî
De lorî…
Millet şiyar e gelek gihaye
Tiving bi dest e li ser çiya ye
Ez û bilbil bi gul û yar navdar in
Nîşanê evînê ne tenê ne dildar in
Dost û yar du dar in, payebilind û şîn
Dostanî, dilbijî di nav da pêtî û ar in
Evîndar her yek rengekî dixwazin
Hin dilbijê sorgul û dilbijê reşxar in
Evîn kanî ye, şêrîn û tehlî tê da yek so
Lê li hawir beden û çember û dîwar in
Ji wê kaniyê cihokek tê ser dilê hejar
Pêlên pêşi xweş in, lê ên paşî dijwar in
Bavê te gelek ji me kuştine
Wey bêbext, bêbext, bêbext!
Malbata me û we li ber hevin
Bi tiving û şûr û dar û rext
Dijminahiya me dijmin kire axa
Ma ne bes e, ta kengî wilo bin? !
Ji dest me derxistine ew tac
Jinê rabe ser xwe, tu destan vemal
Tu rextan girê de li bejna delal
Di gel min were da bikin em xebat
Li ser min, li ser te felata welat
Wekî min tu xoş dawer û bîrewer
Dixwazim bi hev re herin ceng û şer
Bi tektîk û bîr û bi can û bi dil
Bi hev re herin pêş hemî milbimil
Ne ko şer dixwazin, ne jî hirç û hov
Dixwazin bijîn em wekî her mirov