Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

10 Kitap Takım

Cegerxwin

Cegerxwîn

Cegerxwin Gönderileri

Cegerxwin kitaplarını, Cegerxwin sözleri ve alıntılarını, Cegerxwin yazarlarını, Cegerxwin yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Bê Te Hêç İm Welat
Welat, çi qas bilind bibî Ew qas e jî bilind dibim Her çend pak û rind dibî Ew çend pak û rind dibim Serbest bijîn bajar û gund Kurd tê de rûnin serbilind Wek feylesûfê çîn û Hind
Bêrîya Welat
Ka Ferîdûn , ka Direfş, taca Keyan li ku ye , Ka Guhderz û ka Ristem, ka ew meydan li ku ye? Ka padîşahê Elwend, ka siltanê li Deynûr , Ka Eyûbî, ka Dêsem, kanî Merwan li ku ye? Ka mîrekên li Baban, ka paşayê Rewandiz, Ka Cizîr û kanî Mîr, ka Bedirxan li ku ye? Kanî mîrê Behdînan, kanî mîrê Hekaran, Ka mîrekên li Zazan, mîrê Xerzan li ku
Reklam
Bere Bihar Bixêr Bê
Bihar e ba bi xêr bê li ser çavên me Nûroz Ba Kurd ji hev re bêjin: Bira cejna te pîroz Kincên ciwan wergirin li Kurdistan keç û kur Zerî biçin semayê çi amoz û çi xaloz Mizgîn ji bo me bêtin doza me va giha me Em aşîtî dixwazin kengî bighê me ew doz Perî û xort û reşkal li her derî bibêjin Bijî serdarê zana ev rêberê me Behroz Canfidayên ciwanmêr em deynin ser milên xwe îdî em şer naxwazin gulebaran û bahoz Em dixwazin bihar bê bi ken li her der û cî Hembêz bikin keç û xort hemi pismam û amoz Bi serbestî bilîzin maçan bi hev bigorin Bere ji min bixeydin ev neqşebend û kerboz Xwedê li jor dizanî em ji bona çi dane çima girtî û dîl bin weke berxa di nav koz
Begim Xûya ye Hûn Natirsin
Hey welat bo ç` perçe perçe maye bin destê neyar `Hakimê xakê te bin ê wek Seîd û wek Beyar Kurdê bextreş serşikestî wer bimênî çarkenar Kuştin û zindan û lêdan, bêne wan tim boks û dar Hey welat heqê me ye, hê em ji xew nabin şiyar Ev riya ku serbilindî tê de ye tev rêl û kaş Canfida xweş pê de çûne, qelsemêr mayîn li paş Hestiyê millet dikojin
Bargiran İm
Bargiran im ez, rê dûr û serkaş Xûz im, piştkul im, dimênim li paş Kerwan xwe gihand qûnaxê sivik Kerajo nezan û rêçika me şaş Bargiran im ez, piştkul û birçî Li paş kerwan jî herim dîsa baş
Azadîxwaz im
Tîp û lekên kurd ketin zinaran Li hawîr bumba bû gullebaran Êrîşdibin der komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe! şev ta sipîdê me nîne qet xew Cihan li ber me dibîte rew - rew Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew?
Reklam
Ava Heyatê
Meygera ava heyatê, mest û dîwanê te me, Sorgula baxê xelatê murxê bistanê te me. Sosin î, yan çîçek î, yan reyhan î, yan yasemn, Bilbilê mest û hezîn im, der gulistanê te me. Horiya reşkakil î, ebr û kevan û rojerû, Xoş perîşan î welê ez tim perîşanê te me. Ger tu Zîn û şahê xoban, text û bextê eşq û dıl, Ger şêrîna şahê kurd î, milkê îranê te me. Ristemê îranê eşq î, Xusrowê zêrinkulah, Keyqubadê milkê Furs î, kurdê bê canê te me. Der dil û canê Cegerxwîn şah Selahedinê kurd, Ger tu Betlîsa welat î, ez şerefxanê te me.
Ne ji vî pirtûkê
Ah Şêrînê
şêrînê, şêrînê _Gulçîçek û nesrînê _________Rû sorgula evînê ________________Ez dil didim mizgînê şêrînê, şêrînê ____Ez dîn kirim _____________Bê dînê
Ne ji vî pirtûkê
Agirî
Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e ew; Ne agirê îsal e, lê agirê sedsal e kevnar e. Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal, Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e. Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reş; şev tev diçî, lê tu dibê hê êvar e. Ne dê û ne bav, di bîra te nayên kes; Wek jana zirav e, lê mêrkuj e, wek mar e. Ne xwezî bi wî ko carek lê binêrî bes; şadî, dijmin û tim bi qîr û hawar e. Rêça wergirtina taca keyan didî ber te, lê Ew rê bi çiyakî bilind ve diçî berwar e. Ew agir, agirê dilê Cegerxwîn ê pir geş; Rojek heye bavêjî riwê dijmin, naçar e.
Agirê Evîndarî
şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo Xanî bûye zindan tê de ranazim Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na, Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye? Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî? Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî? Ahî dema destê wî l’bin serê min! Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî Tenê hiştim ay dil îşev çima çû? Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû? Rabe peykev ay dil zû wî werîne Tev biriştim ay dil îşev çima çû?
132 öğeden 81 ile 90 arasındakiler gösteriliyor.