10 Kitap Takım

Cegerxwin

Cegerxwîn
1."Cegerxwin wexte ko dev ji melatiya gundan berda bergehe xwe ji guhart. Cib ü şaş avetin, riha xwe a direj ü çar kenar ediland ü dawiye kete qelefata xorten vi zemani, her weki surete wi şani dide."Wexte Cegerxwin ev inqilaben ha çedikirin, di nav milete wi de ji bi desten çend bijartan inqilabine mezin çedibün."Seyda ji şüre xwe ji kalen kişandi bü, bera pül ü laten îtiqaden batil ü xurafeyan dida, şere neyare hundir dikir, li kurmen dare li kurmen ku dar dixwarin digeriya. Ew kurmen ko Seydaye Xani beri se sed sali peşi me kirine." -Celadet Alî Bedirxan- 2."...Cegerxwin derde millete xwe baş nasiye. Bela millete kurd di mîr ü paşan, beg ü axan, şex ü melan de dibîne. Beşik Seyda di ve ramana xwe de ne şaş e. (...) Be dilovanî kem ü kasiyen wan dibeje ü millet serwextî fend ü xap, bebextî ü dilreşiyen wan dike."Cegerxwîn di kurdîtiya xwe de jî rast ü durust e. Ewçend rast û durust ku, di riya welat ü welatiyen xwe de sînga xwe ji zîvarî û belengaziye re vekiriye. Bi çav min ev yeka han koça fedakarî ya dawiye ye."Ev dîwan li ser armanceke xuya hatiye nivîsîn ü rü ü reça wî te de xweş diyar in. (...) Heye ku ev dîwan di çapxaneyen Kurdistane de bete çapkirin. Ma kî dizane ku peşende di himbeza xwe ya nediyar de ji bo gele kurd çi vedişere." -Osman Sebrî- 3."...Cegerxwîn, bi dengek bilind ü be tirs ü be pirs, li risten xwe gazî millete kurd kir, ji bo hişyar bibin, bindestî ü sitemkariye dijmin ser xwe rakin. Le Cegerxwîn bi rist ü xebata xwe, xwest rengekî geler bide tevgera kurd ü bi vî awayî ban temamen qoren millet kir, da ko bi hev re bi yek destî rabin û welate xwe rizgar bikin."Di ve dîwane de jî biweje me, dîsa, şopa tekoşîn ü şoreşgerî girtiye, nerînek li risten dîwane, dide xuyakirin ko Seyda di ramanen xwe yen niştimanî ü civakî de gaven fireh ber bi peş ve avetine ü ji risten wî yen evînî, merûf te dighe ko Seyda hîna ew Cegerxwîne diltenik ü evîndar e ü hevîdar in ko ev dîwan arîker be ji bo ramanen peşverü re li nev millete kurd de." -Hemîd Derweş- 4.´Di dinyaye de hertişt gora şrûten dorbere xwe pek te. Meriven reber, serok ü senatkaren mezin jî gora hewceyen zeman ü mekan derdikevin, dighen. Milete me şairek mîna Cegerxwîn derxist, ji ber ku Kurdistan hewcedarî wî bü. Ew nezîkî du sed sal in ku Kurdistan dikele, bo azadî ceng û şer dike ü te pelixandin. Gele me hewcedarî dengekî bilind bü; Cegerxwîn bû ew deng; wî di şieren xwe da gilî û gazinen, hevî û daxwazen gele me anî ser zmen ü bilind kir. Bona ve yeke, gele me jî ji wî ra xwedî derket, denge wî bü denge gel... ´Şieren Cegerxwîn, îro li çar alî Kurdistane di bajar ü gundan da, di kom ü mezran da di dest miellîman ü melan, di dest mezin ü xort ü zarokan da ne. Raman ü daxwazen wî bi vî awayî rü ü can digrin, xurt dibin ü di riya azadiya gel da rolek mezin dilîzin.´ -Kemal Burkay- 5."Çaxe ez nave şayîren kurdan tînim bîra xwe, herdem nave hezkere me, şayîre me mezin ü heja Cegerxwîn te ser leve min... Cegerxwîn bi rewşa xwe va, bi afirandine xwe va behra beberî ü be binî ye."Cegerxwîn bi reng ü rüye xwe va, bi nivîsaren xwe va wek teht ü kelemen sere çiyayen Kurdistane here bilind e; sedan sedsal hatine, çüne ü bihirîne, le ew teht, ew kelem di ciye xwe da bi tîk, qaym ü berk mane, Cegerxwîn jî li huneriya xwe da, li bîr ü bawera xwe da bi qaym serbilind ü serefraz maye ü li riya xwe da her diçe ü diçe."...Dîwanen Cegerxwîn ensiklopediya peydabün ü peşveçüna neteweye kurd e, ya helketin, serketin ü daketina şere serxwebüna kurdan e, ensiklopediya rabün ü rüniştina kurda ye." -Qanate Kurdo- 6."Nave Cegerxwîn, nave hoste xebera, xudane lewze şîrin, li her çar terefe Kurdistane, ji rohilate girtî hetanî roavae, ji şîmale hetanî cenübe nava xwendevane kurda da xweş eyan e. Şiered wî büne stran ü nava cimete digerin. Xort ü qîze kurda ye nü bişkivî nivîsare şayîr bi devkî hîn dikin, bîr ü baweriya xwe, miletperweriya xwe bi wan şiera tam dikin ü bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî evarek, li ku şiered hilbestvane kurda yî nav ü deng neene xwendine."Serpehatiya Cegerxwîn, ew serpehatiya milete me ye: Kesîbî, zulm ü zorî, hebs ü ledan, werguhezî ü mihacirî. Le tevî van gişka -serbilindî ü kubarî, merxasî ü egîtî, hîviya beşik bi şerkarî bigihîje armanca xwe. Bîr ü baweriya nivîsared Cegerxwîn ew bîr ü baweriya milete me ye. Ay lama jî ewana ewqas ji aliye cimete hizkirî ne ü milet wana dipareze." -Casime Celîl- 7.Tema welet, tema kurd ü Kurdistane, tema şorişe ü serxwebüna gele me, pirsa xwendine ü peşketine, neyariya ü bebextiya dijmine gel, pirsa dostiya ü biratiya hemû gele cînar ü tema înternasîonalîzme Cegerxwîn her dem dike binyata helbested xwe. Ev e mezinaya Cegerxwîn ü bîr ü baweriya wî.Xen ji helbesten watanperwariye ü şorişgiriye, Cegerxwîn şayîrekî lîrîk e, şayîre hub ü hezkirine ye. Ew nemir e bona gele xwe ü ez bawer im, wekî we ew roj be, çaxe ko helbeste Cegerxwîne delal nek tene kurde aza we bixunin, le usa jî xwendevane diniyalike we bi tercima zimane xwe ezbere bejin ü pe kefxweş bibin, çimkî biniyata helbesten Cegerxwîn ew delaliya emir e, delaliya jiyîna mirov e. -Ordîxane Celîl- 8.´Eger ez ji layiq bim, eger ez ji heja bim di dile xort u keça da, jin ü mera da bimenim, ez tim jindar im, ez tim sax im. Ez bimrim ji ew hesti u goşt u çerm hemu herin, qimete wan tune ye, bira herin, le eze di dile millete xwe da bimenim.´ -Cegerxwîn- "Gele kurda hîç cara baweriya xwe yen bona rojen aza winda nekiriye.Ü çawa ku pey zivistane ra bihar te ü çawa helbestvane mezin Cegerxwîn dibeje, pey şeve time dibe ronahî, çiqasî jî şevereş be, dîsa sibe safî dibe, üsa jî gele kurda we ji bindestiye aza be, çawa dibejin, dijmin we nava xwîna xwe da be xeniqandin, çawa ku mesela kurda dibeje, we bexte bebexta le welgere. Ü ve yeke da we rola Cegerxwîn jî hebe ü helbesten wî we gotinen xwe bejin, ji ber ew helbest we bibin çavkaniya baweriya Kurdistaneke aza." -Temüre Xelîl Müradov- 9."Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn, dewsa ku Mem ü Zîn ü Dîwana Cizerî vala hiştine ewe tije bike. Xwendevanen delal, ewe te de zman ü rühe cenabe Xanî ü xurt ü nezma dîwana Cizerî a ahengdar bibînin."Cegerxwîn pirsen biyanî jî pir ne xistine nav şihren xwe, bi zimanekî sade ü selîs nivisîne."Qîmeta şihren wî a mezin jî ev e, bi rühekî n ajotiye ser fikren kevnare ü bi zmanekî şerîn ü şe'bî tewşbün ü zerara wan nîşan kiriye."Ez ji şaire me î şe'bî re peşveçün ü ji dîwana wî re jî rewaceke baş hevî dikim." -Qedrîcan- 10."Şi'ra kurmanciya bakur ku bi şi'ra Cizîrî li asoye edebiyata me geş bübü, bi şi'ra Xanî kete xizmeta îdeolojiya milî. Di pey Xanî de hebüneke xurt nîşan neda, di nav mirin û jiyane de ma. Cegerxwîn bi giyaneke nü jiyane daye, şi're ji dîwan î dîwanxana derxist, bire meydan ü kolanan."Cegerxwîn rüpela dîdaktîzme li şi'ra kurmancî zede kir. Dîdaktîzma Cegerxwîn di hindava guhartina rewşa siyasî ü komelayetî de ye: Hişyarkir e, ronîkir e, tekoşer e. Heta şoreşa Kurdistane serkeve we şi'ra Cegerxwîn ji aktueliya xwe, ji jîndariya xwe tu tiştekî winda neke, we her van erken xwe bi cih bîne ü bi wî awayî jî Cegerxwîn de bijî." -Rojen Barnas-
Yazar:
Cegerxwîn
Cegerxwîn
Tahmini Okuma Süresi: 42 sa. 30 dk.Sayfa Sayısı: 1500Basım Tarihi: Eylül 2016Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 2789786039128Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
1500 syf.
·
Puan vermedi
Di vê serdema nûjen da gelek stran ji helbestên Cegerxwîn hatiye girtin. Ev nîşaneke ku helbestên Seyda gelek bandorê xwe li hêstan kiriye û di vê serdemê da jî dibe rêka stranan. Ji Aliyê mijarê va jî bi kurtasî ku em lê binêrin hîm bi hestên evînî him hestên neteweî gelekî kur e. Ev kurahî taqeta hêstên mirov xurttir dike
Cegerxwin
CegerxwinCegerxwîn · Avesta Yayınları · 201621 okunma
Reklam
·
Puan vermedi
Di seta Cegerxînê de herî zêde her sê dîwanên pêş xweşiya min çû. Piştî dîwana sêyem dîwanên din dibê ku baş û rihet dihatin fêhm kirin lê hêla edebî ve dîwanên 1-2-3 yên herî serkeftî bûn. Cegerxwîn helbestên xwe gelekî meqamî nivîsî ye. Lewra ye di dinê de helbestvanê herî zêde helbestên wî/wê bûne stran ew e. Helbet hunerheziya kurdan jî bandor lê kiriye :)
Cegerxwin
CegerxwinCegerxwîn · Avesta Yayınları · 201621 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.