1000Kitap Logosu
Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê

Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê

Okuyacaklarıma Ekle
TAKİP ET
8.0
1 Kişi
1
Okunma
1
Beğeni
54
Gösterim
160 sayfa ·
Tahmini okuma süresi: 4 sa. 32 dk.
Adı
Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê
Basım
Kürtçe · Türkiye · Avesta Basın Yayın · 2020 · Karton kapak · 9786052246955
Şener Ozmen, bi berhemeke çîrokên nû tê pêşberî xwendevanan: “Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê”. Ji çîroka ..... “Wext û zeman ketibû navê, rêvebirê nifûsê veguherîbû û yekî kurd hatibû ketibû şûna tirkê çûyî, dizî û pizî kêmtir bûbû li navçeyê (wilo digotin), polîs û guhbel bi dikandarên kurd re pêwendiyên xwe xweştir kiribûn, ketibûn li dû fîş û fatûreyan, her tişt bi deyn dikirrîn, navên wan li lênûskên deynê hatibû nivîsîn; Nûrî: Îstîxbarat, Kemal: Cîgir, Nazmî: Teror… şekir, nîsk, fasûlî, birinc, cixare, şekir, rûn, ampûl… Teror, Nazmî, şekir…” Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê Şener Ozmen
160 syf.
·
Beğendi
·
8/10 puan
"Cemîlê Nigarkêş û Heft Qambihostên Dewletê" Di vê pirtûkê de heşt çîrok hene. Berî vê pirtûkê min romana Şener Ozmen ya bi navê "Xeyb" ê xwendibû û li gor xwe min digot ez amade me ji zimanê wî re. Lê dema min dest bi çîrokê kir ya rastî min dît ku divê ez hîn gelek nanê tenûrê bixwim. Min hin çîrokan sê caran xwendin. Zimanê Şener Ozmen ya rastî baldariyeke taybet dixwaze. Mirov hema nîv xulek ji çîrokan dûr bikeve te ku dît leheng di nav mijeke gewr de dikin wenda bibin. Dem û leheng bi awayekî ecêb bi hev ve girêdayî ne. Gelek caran min lehengên çîrokan li nav hev dixist. Digel ku xwendineke dijwar dixwaze jî tameke efsûnî jî dihêle ya rastî. Ez dixwazim hinekî li ser çîroka "Gêdûk" ê bisekinim. Çîrokeke bi min pir balkêş bû. Di çîrokê de empatiyeke vajî hebû. Kurd kî ne çi ne çi dixwazin bi vegotineke îronîk, bi demeke îronîk, bi lehengên îronîk aniye ziman li gor min û gelekî bala min kişand. Lehengên çîrokê jî mîna ne Kurdan bi xûmam in. Çîrok hem li Nisêbînê ye hem li Şengalê ye û hema bêje li temamê Kurdistanê ye. Êş heman êş in, bendewarî heman bendewarî. Lê empatiya vajî serê mirov ji qestî tevlîhev dike û dixwaze birînê kûrtir bike ji bo ku raman jî kûrtir bibe. Nivîskar bi vegotineke dewlemend li pêşberî xwendevanan disekine. Nivîskar dewlemendiya peyv û vegotinê jî ji xwe re kiriye xem ango li gor min digel ku dikaribû bi sê sed çar sed peyvan ji van çîrokan edebîtir û bi bandortir jî binivîsandaya lê belê diyar e ku xwestiye vegotina çîroka Kurdî di çemê postmodernîzmê de carî bike. Ji ber vê yekê xwendevan di gelek ciyan de dibe ku aciz bibe û bi ser hin ciyan de qevaz bide. Gelo hewce bû bi zimanek û vegotineke bi mij binixûmandaya çîrokan? Bersiva min bila ji min re bimîne. Helbet xwendevanên ji min çêtir û jîrtir dê bi wêrekî bersiveke têr û tije bidin vê pirsê. Lehengên çîrokan hem li Stenbolê an jî li Enqerê di nav barekê de araqa xwe vedixwin û lehengên em bêjin ne ji çîna ku bi gelemperî kurd tê de dijîn in û hem jî li Nisêbînê an jî Amedê li taxeke ku bi hemî şikl û şemalên xwe kurd in û wê her kurd bimînin de dijîn. Gelek rexneyên bi xûmam û bi mij hene. Rexneyên ku di çîrokan de bi awayekî veşartî an jî di hedê xwe de eşkere ne mirov aciz nakin. Tiştekî balkêş hebû li gor min. Şener Ozmen, ji kur tîne nizanim lê teqez qasidekî têne û dixe çîrokekê an jî parafekê. Dibe ku berê min romana wî yî "Xeyb" ê xwendibe (Di wir de jî qasidekî balkêş heye) û bandora wê jî li ser vî fikrê min hebe nizanim. Xwendina vê pirtûkê zor e (helbet ev tenê fikrê min e û armanca vê hevoka min ew e ku kesê vê pirtûkê bixwîne berî ku bixwîne bila bi baldarî û konsantre bixwîne.) Gelek caran dibe ku xwendevan di cîna de asê bibe û bi ser hin ciyan de bi lez qevaz bide. Lê digel hemî zoriya xwe jî bi min gelekî serkeftî ye û bi şêweya postmodern hatiye nivîsandin. Her çiqas gelek caran mijar û dem klasîk û dîrokî be jî zexmbûn û dewlemendiya vegotinê kirasekî nûjen lê kiriye. Ezê vê pirtûkê carek du carê din jî bixwînim lewra li gor min pirtûkeke ku bi kurdî hatibe nivîsandin û ji xwe re di pirtûkxaneya kurdî de cî girtibe pîroz e û gelekî bi qedr e. Ez spasiyên xwe ji Şener Ozmen re tînim ziman. Serkeftin û her serkeftin ji bo wî û hemî afirînerên Kurdî. Nîşe ( Ez ne rexnevanek im ji ber vê yekê pir guh nedin şîroveya min jî. Ji sedî sed bixwînin vê pirtûkê û heta hûn karibin di çemê wê de soberî bikin.)
1
17