Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Çirokbej - Çiroken Kurdmanci

Celadet Alî Bedirxan

Çirokbej - Çiroken Kurdmanci Sözleri ve Alıntıları

Çirokbej - Çiroken Kurdmanci sözleri ve alıntılarını, Çirokbej - Çiroken Kurdmanci kitap alıntılarını, Çirokbej - Çiroken Kurdmanci en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Zarokno!
Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet ketî bû destên miletine din. Miletên serdest zilm û sîtemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê Miletên serdest de hero belengaztir dibû.  Lê Miletê ji her tiştî bê hay, bi belengazî ya xwe jî ne dihesiya.  Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû. Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: - Zarokno, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandininê bibin; gedre  zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye. Belê zimanê we heyîna we ye. Hin bi tenê bi zimanê xwe ji miletine din tenê ferq kirin. Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin. Milet ji ya pîr kir, hînî xwendî û nivîsandinê bû.  Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya. Belê milet zanî ku heta hingê di zîndana nezaniyê a tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt dîtin. Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, milet ço ne didît.  Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çûye zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew şikênand; berê xwe da deriyê zîndana û jê derket. Ji ber ko, herwekî pîr gotî bû, Mifte pê re bû. Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye.
Sayfa 7 - Herekol Azîzan, Ronahî, Hejmar: 28/1945 Adar
Mirov ne şîna te zane, ne jî şahiya te. ________________________ İnsan senin yasını da, mutluluğunu da bilemiyor.
Sayfa 21
Reklam
..tu jiyîn ne abadîn e, û herkes dimirit. ______________________ ..hiçbir yaşam sonsuz değildir, ve herkes ölür.
Sayfa 18
..miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya. ____________________________ ..her şeyden habersiz olan millet, yoksulluğunu da hissetmiyordu.
Sayfa 7
Dûvê Rep
Şêreki gurek rovik gihane hev û bi hev re çûn; rastî hespekî natin. Şér lepek li hesp da, kust. Gote gur go, bira tu goştê me par bike. Gur rabû herci goştê nerm ji xwe re danî û hestî ji Şêr re danî û rovi ji rovi re danîn. Sérji véparkariné pir xeyidi. Hema rabû ser xwe û lepek li nav çavê gur da Serê gur kete erdê û dûvê wî ma rep. Şêr gote rovi go, rabe tu vi goşti li me par bike. Rovî rabû, herçî goste nem û bez li ser danîn û herçî ûr û rovî li ber xwe danîn Şêr go rovî ev egil ji kû girtiye? Rovî go min ev eqil ji dûvê rep girtîye.
Reklam
Sewîlê Sofî
Sofîk hebû; sewilê xwe bir û çû serê kaniye, da ko destméj bigirê. Veca sewilê danî bin lateké a çû ko destê xwe bigo Vegeriha cem sewilê xwe di lat bi ser sewilé wí de ketiye, sewl şikestiye. Sofi gote latê: Çima te sewilê min şikand? Latê go: Na xwe, çima giya di bin min de sin dibe? Sofî gote giyê: Ji bo çi tu di bin latê de şîn dibí, Giyê go: na xwe, ji bo çi pez min dixwin? Sofî gote peza: Ji bo çi hon giyê dixwin? Peza go: na xwe ji bo çi gur têne me? Sofî gote gura: çima hon têne pez? Gura go: na xwe, çima se têne me? Sofî gote sa: çima hon têne gur? Seya go: çima kebanî me têr nan nakin? Kebaniya go: naxwe, çima mişk hebanê mi qul dikin? Sofî gote miska: çima hon hebana qul dikin? Mişka go: na xwe, çima kitik têne me? Sofî gote kitika: çima hon mişka dikujin? Kitika go: em mişka dikujin û di dora mala xwe de didine xwe. Sofi dev ji van berda û perçeyê sewîlê xwe dane hev.
Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. _________________________ Siz diğer milletlerden, sadece kendi dilinizle fark edilebiliyorsunuz.
Sayfa 7
Xezna Sê Kosan
Sê heb kose hebûn. Her sê birayê hev bûn. Di welatekî xerîb de ji xwe re dixebitîn. Sendûqek zêrê wan hebû; danî bûn cem xanimekê. Koseki din hebû ji bajarê Hindistanê. Ewî koseyî remil avêt di ko sendûqek zêrê her sê birayê kose heye. Ew kose ji Hindistanê rabû, ket rê û hat cem xanimê. Ji xanimê re go: ka sendûqa zêrê me. Xanimê ew nas ne dikir. Kose mîna hev in; di dilê xwe da go; qey yek ji her sê biran e, hatiye pereyê xwe dixwaze; dayê. Evarê her sê bira jî gihaști bûn bajarê xanimê. È piçûk çû pere ji xanimê xwest. Xanimê go; birayê te hat û bir. Kose pirsî yekî çawan bû? Xanimê go: yekî hebilbilind bû. É piçûk hat cem birayê xwe go: Pereyê me birine. Birayê mezin go, yê ko biriye çawan bû? Go yekî hebilbilind bû. Birayê mezin go, madam ev işaret heye rahet e, emê hisabê xwe bikin; pereyê xwe derînin. É piçûk - hebil-bilind e. Ê mezin - hebil-kemal e. Ê navîn - hebil kemal e, keleme-diran e. Birayê mezin dîsa pirsî: - Xanimê çi gote te? - Go hebilbilind e. Birayê mezin go: Hebil-bilind e, hebil-kemal e, kelme-diran e, navê wî hecî Remezan e, bajarê wî Hindistan e. Her sê bira dan rê, çûn Hindistanê, perê xwe anîn.
Sayfa 31
Çira Zanînê
Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet keti ba bin destên miletine din. Miletên serdest zilm 0 sitemkari lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bexeber, di bin nire miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê miletê ji her tiştî bé hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya. Rojeke, pirek ji nav wi miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temaşekir; li ser nexweşiya wî vebû. Kal raba, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wi piri li xelkê xwe pend û şîret dikirin a digot: Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivisandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Mileteki dil ye ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wi di destê wî de ye. Belé zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. U rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin. Milet ji ya pir kir, hînî xwendi û nivîsandinê bû. Xéra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya. Belê milet zani ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de půyan dib. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt ditin. Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, Milet ço ne didît. Lê gava zanine hawir bi ronî kir, milet coyê zilmê di ser xwe re dît, ew girt ew skenand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket. Ji ber ko, herweki pir goti ba, mifte pê re bû. Weyl ji wi miletê re ko zimanê xwe winda kiriye. Herekol Azizan Ronahî, Hejmar: 28 1945 Adar
Reklam
Gur û Rovî
Careke Varekê gurek û rovîk, bi hev re bûne heval. Wexteki bi hev re man. Rojekê gur birçî bû; gote rovi go ezê te bixwim. Rovi go: bira ez û tu ji zû de heval in û me gelek nan û xwê bi hev re xwarine. Gurgo qet fêdê nakê ezê te bixwim. Rovî dênê xwe daye fêde nakê, gur dê wî bixwe. Rabu fikiri go ko ez hîlekê li gur nekim ez ji destê wî xelas
Sayfa 39
xort û rîsipî (genç ve yaşlı)
Rojekê civat kom bûye û gel dipeyivin. Rîsipiyekî got -Gelo merivek dikare çend nanan bixwe? Xortekî bersiv da: -Apo, ez dikarim di carekî de panzdeh nanan bixwim. Rîsipî carek din got : -Lawo min ji merivan pirsî, ne ji dewaran.
43 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.