Peyva bedewiyê bi tenê aydî jinê ye. Jin pir xwedî "hest" in û peyva "bedew"ê subjektîvasyon û îdealîzasyonê di xwe de dihewîne. Ji bo ku tiştek estetîk be divê bedew be, ango divê wek jinê mê be, divê wek jinê hestiyar be, divê wek jinê bi tenê mirov be û divê wek jinê herweha bedewiya ku wê refere dike subjektîvîst û îdealîst be.