Çirûskîzm

Rênas Jiyan

Çirûskîzm Quotes

You can find Çirûskîzm quotes, Çirûskîzm book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Li gorî Schopenhauer'î di nav xwezaya mirovî de ya ku mirov dikare pê sincmend bibe "hev-dilînî" (empatî) ye, ango heger mirov ji hestên hev fam bikin, hev hîs bikin û heger karibin xwe bixin şûna hev, bi vî awayî ji êşên hev dê çêtir karibin fam bikin û dê karibin baştir li ber hev bikevin. Bi xêra empatî an jî hevdilîniyê mirov hinekî "ez" a xwe ji bîr dike û hinekî ji xwe dûr dikeve. Bi tenê ev hevdilînî an jî empatî dikare "ez"a mirovî vemirîne, dikare egoîzma wî bimelisîne û hinekî barê "ez"a wî lê sivik bike. Mirov di nav lepên daxwaz û viyana xwe de pêlîstokek e, ew ancax bi şertê ku xwe bixe şûna yekî din dikare ji vê rewşê û ji vê êşê xelas bibe; ji bilî hevdilîniyê di temaşekirina huneran de jî mirov ji ber konsantreyî berhema hunerî dibe ji ser hişê xwe dihere û ji bo wê kêlîkê "ez"a xwe ji bîr dike. Ev dîsîplînkirina sîstematîk a "ez"ê ye...
"Ez xwe diavêjim dexlê Xwedayê ku tariyê diçirrîne û sibehê (rojê) derdixe holê..."
Reklam
Gava ku mirov fêrî hin rêgezên Zerdeştiyê dibe mirov pê dihise bê olên yek-xwedayî yên wek Cihûtî, Fillehî û Misilmantiyê çiqasî di bin bandora Zerdeştiyê de mane; helbet ev bandor pîrozahiya van olan betal nake; Zerdeştî jî di nav de her dîn baş e. Zerdeşt ji nav 124 hezar pêxemberan pêxemberek e.
Zerdeştî biqasî ku guh dide êqil ewqasî guh dide hezkirinê jî, divê mirov ne bi tenê ji mirovan hez bike, divê ji xweza û ajalan jî hêz bike û wan biparêze, ji ber vê yekê di Zerdeştiyê de qewlkirina qurbanan tune ye û serjêkirina ajalan qedexe ye. Heta ji mirovî bê divê xwe ji xwarina goştî biparêze, parastina ajalan di Zerdeştiyê de rêgezeke bingehîn e.
Di Zerdeştiyê de li hemberî êgir heyranî û hurmeteke pirr mezin heye; agir etîk û estetîk e; agir saftî, paqijî, rastî, berzîtî, hêzdarî, bedewî, esîltî û rewnaqî ye; agir tiştekî bêhempa ye, lê yê ku tê hebandin ne agir e, Xweda ye.
Her kes Bîra xwe dikole. Di serî de tu Bîr ne kûr e, mirov çiqasî wê bikole ewqasî kûr dibe. Di her Bîrê de rîska hedimandinê heye, tew gava ku "bîr-kol" cihê ku kolayî bi alavên wek hêma û zimên baş nepêçabe ev rîsk dibe du qat.
Reklam
68 öğeden 31 ile 40 arasındakiler gösteriliyor.