Hemû hewldan ji daxwaza cî-stendina Bîran diqewime. Di Bîra mirovî û mirovahiyê de cî-stendin tiştekî pirr şêrîn û dilkêş e. Hemû leheng, navdar an jî însanên mezin ji ber ku di Bîra me de rezervasyonên xwe çêkirine ji bo me muhîm in û em wan bi bîr tînin.