Min zanibû derdê evînê giran e, lê heta nehate serê min bi xwe, min nizanibû ku mirov dikare bin wê giraniyê de taba xwe neyîne, ew derd dikare mirovan bigihîne devê gorê.
Gava pirs tê ser gelê min, welatê min, ez her tiştî didime alîkî, nan û xwê jî, dostaniyê jî, cîrantîyê jî. Ez xizmetkarê gelê xwe me û berjewendiya gelê min ser her tiştî re ne.
Di derdê bengî bûne de, çiqas jî evîna te be bersiv be, bê miraz be, çiqas jî bi kul û keder be, dîsan jî ronahî heye, çi jî dibe di qulçekî dilê te de, di giyana te de çirûskek ronahî dimîne, hêvî tu caran heta dawiyê natemire, vênase.
Û şayî di serê wê de bûn şîn, xewn û xeyalên bi evîn û hezkirin nitirandî beravêtî bûn, planên geş ji bo dûarojê hûnayî veresiyan û dewsa wan jiyaneke vala, bê hêvî û bê te'm ma.
... divêt kuştina mêran hebe, reva mêran tune be. Ev potansiyela berxwedanê, ya gelekî mezin derdixe meydanê. Bi baweriya min hema ev felsefe ye, wekî heta niha gelê me ser lingan hîştiye.