By Number of Pages Destana Kawa Û Azhî Dehaq Quotes
You can find By Number Of Pages Destana Kawa Û Azhî Dehaq quotes, by number of pages Destana Kawa Û Azhî Dehaq book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Kî ye yê nemir, kî ye tacîdar?
Ji gelan pê ve kî ma hikumdar?
Ew artêşên bi xişrên hesinî?
Li kîjan palê mane sekinî?
Şûrkêş û rimdar ka Îskender bû?
Sargon ma neçû, Cengiz neda dû...?
Sêhrbazê sêhrdaran ,yekî dev-kilot
dermanê êşê ji wezîr re got:
“Li gorî remlê,va xwîn e derman;
xwîna du kurdên naşî û ciwan!
Sihar û êvarî wê xwîna wan
nexweş dê vexwe heya neh mehan ! “
Her herikiye li van newalan
Li qada çarçira li taç û malan
Du hezar sal e me da neqedya
Û em î kurd man, û ax jî medya
Çar parçe be jî, mêtingeh be jî
Gorna me bû vir, û jîna me jî...