kî ye yê nemir ,kî ye tacîdar?
ji gelan pê ve kî ma hikumdar?
ew artêşên bi xişrên hesinî
li kîjan palê mane sekinî?
sûrkêş û rimdar ka Îskender bû?
Sargon ma neçû,Cengîz neda dû?
ew e têkoşîn,ew: hesinkerek
l’ ser vê riyê leheng û rêberek
bû armanc û doz,û ket jiya me
nemir in b’me re pirr Kawayê me:
bi navê Seîd,Rîzo w Bedir-Xan
bi namê Qadî, Mahmûd û Barzan...
û
jiyan bi me re