Destana Rustemê Zal

Nezîr Ocek

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
80 syf.
·
Puan vermedi
Destaneke bi nav û deng
Pirtûka "Destana Ristemê Zal" romana Nezîr Ocek e û yek ji berhemên girîng ên wêjeya kurdî ye. Di vê pirtûkê de çîroka destana lehengê bi navê Ristemê Zal tê vegotin. Ristemê Zal lehengekî mîtolojiya Îranê(Aryan, Ari) ye . Di pirtûkê de dem û serpêhatiyên cuda yên jiyana Ristemê Zal tê vegotin û di heman demê de bi pêşketina xwe ya şexsî re mijûl dibe. Ristemê Zal pitikek e ku dema ji dayik bûye ji aliyê dayika xwe ve hatiye terikandin. Bi piştgirî û alîkariya eylo mezin dibe û di dawiyê de dibe şervanekî mezin. (Di pirtûkê de qet behsa vê varyantê nayê kirin). Ristemê Zal karekterekî xwedî nirxên weke wêrekî, edalet û dilsoziyê ye. Di pirtûkê de gelek peywirên wî yên dijwar têne vegotin û bi dijminên xwe re têdikoşe. Ristemê ji aliyekî ve hewl dide bi rûmet bijî û ji aliyekî ve jî ji bo parastina hezkiriyên xwe . "Destana Ristemê Zal" hem çîrokeke destane û hem jî rêwîtiyek di kûrahiya çandekê de ye. Pirtûk di heman demê de çîrokek xemgîn dide xwendevanan û di heman demê de fêrî mîtolojî û çanda kurdî jî dibe . Ev pirtûk bi vegotina Nezîr Ocek di wejeya kurdî de wekî berhemeke girîng tê pejirandin.
Destana Rustemê Zal
Destana Rustemê ZalNezîr Ocek · Sitav Yayınevi · 20196 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.