min ji te hez kir
min karê xwe yê berê wenda kir
min wek karekî nû dest bi te kir
min bêrîka xwe birîn kir
min mirina xwe har û dîn kir
min xwedayê xwe kedî kir
min ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav fedî kir
min xwe ji jîyanê bi şîr vekir
min ji te hez kir
min xela li emrê xwe rakir...
ewil em ji hev hez dikin
lê bi dûre
em heyfa hezkirina xwe ji hev hiltînin,
ez baqek kul im,
li ber te hazir im,
di destê min de qevdek xencer
kerem bike
tu bi kêfa xwe
youtu.be/l5Ml5txb_8Q
Em dil- hilatdar in
Heta hamû dest- hilatdarî neqedin
Heta ev jîyan nebe jîyanekê din
Hezkirin be hezkirin!
Xwe jî bo hechecikekê kuştin be sed carî kuştin!
Ax Salê, salê, salê
Çiftê, oxirsizê bê îxbalê,
Xwîna dilê bi çike wê salê
Kilên te, kulên tene.
Tenî ! ji destê tere hine.
Ji xeynî mirinê ji te bedewtir esmer tune.
Rênas jîyan