Rojekê tenê!
Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane. Ji bilî hêzê her tişt bêdeng e. Bila rojekê dengê kesên bêhêz jî bê ha! Rojekê tenê bila dinya ne li dijî me be ... Rojekê Tenê!Dişsiz Korku, Helîm Yûsiv (Sayfa 77 - Peywend)
Tirsa bêdiran
Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye.
Wê ji we re bibêje li wê çargoşeya di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Iraqê de.Dişsiz Korku, Helîm Yûsiv (Sayfa 29 - Peywend)
Tirsa bêdiran
Ez li cihekî wisa çêbûm ku desthilatdarî li wir tenê ya tirsê ye. Di nav deverên cuda de, ez belawela bûm, dewlet, sînor, deşt, çiya,rê, daristan, bûs, pasvan, balafir, muxaberat, gemî, balinde, polîs û lawir...Tiştek ewqas dever nagihîne hev ji bilî tirsê...Dişsiz Korku, Helîm Yûsiv (Sayfa 34 - Peywend)
ÇAVÊ SÊYEM
Dil malake derîşikestî ye,
Bermalî jî ba ye.Dişsiz Korku, Helîm Yûsiv (Sayfa 121 - peywend)