Neyaran kon vedan li ser singê min
Her tim tîr reşandin cerg û dilê min
Êşê xwe da herdu tenişt û pişta min
Lema gilî û gazina min, ji pişta min
Dema hebûya piştgir û alîkarên min
Kes nedikariya tîr bireşanda dilê min
Wê demê min nedigot; ax pişta min...