Çil roj û çil şev, esîman çiriya
ji hêrsa lehiyê dibe nalenala erdê
her tişt helak dibe bi xezeba xwedê
ji bilî keştiyekê
di navbera avê û esîman de
hêdî hêdî diheje...
û piştî pênc mehên girse
li Cûdî, berî hesin bavêje jiyanê...
komek kevok firîyan
di berkurkan wan de bîşengên bihêvî
çend dem derbas bûn, lê venegeriyan
herkes kete gûmaneke kûr
Û li dûv wan çûn
Geriyan li nêz û li dûr
Dîtin ku li Efrînê,
ser çiqlên zeytûnê yên hatine şikestin digirîn,
darên aştiyê bi jehra şerperestiyê dinalîn,
dil diarihîn,
wijdan diperitîn
û kirin qîrên û hewar,
welatê bihuştê, bi postalên reş dieciqe
li ser çiqlê zeytûnê
baskên çend kevokan şikestin
çend kevok mirin li çiyayên Efrînê
Ey Xwedê;
Tofana di nava gelan de wê kengî biqede!
Heke rojekê tiştekî bikujim
Ewê bêdengî be
Wisa ne bidizî, ne bi xafil
Di qadeke girseyî de
yan jî di kolaneke tevbiger de
Rûbirû, ne bi bêbextî
Bi egîdî, ne bi namerdî
Dizanim ne yek e,
ne didone,
pir gelek in
Ez ê biçim yên herî hêzdar
Û bi girêka gewriya wî girim
û bijdînim û bijdînim û bijdînim!
Heta ku bi awaz awaza gotinên lewaz
bêdengî bifetise!
Nasekinim ezê li qelebalixê bizîvirim
Û heya dengê xwe yê dawî biqîrim
Ez kûjerê bêdengiyê me
Hûn jî şirîkên min!
Kewo çiqas tu dişibî gelê min
dilêr î, mêrxas î, şervan î
Lê nezanî
Çar aliyên te davik vedane
Kewgêrî hostad in û bitifaq in
Lê tu ji ku zanî?
Kewo çiqas tu dişibî gelê min
Li şiqekî te çiya, li şiqekên din rikeh
êsîrî dîsa qebqeba te ye
singa te fireh e, nikulên te sor
ji bo ribatî herdem şer dikî
lê ne bi kewgêran re bi qewmên xwe re
Tu dizanî?
Bi kul, bi elem,
û bi keder
çend dayîk, pîr û kal bûn
bi hesreta rojên bêşer
xewnên wan jî newayên azadiyê şêrîntirîn
xeyalên wan jî bihuştê xweştirin
lê tev xembar û dilbirîn
ew dayîkên ku,
tu rojên xweş nedîtine!
Kergezên birçî ne
parve nakin,
hesûdîne
Difirin li ser laşên hev
têr naxwin,
Ne biroj û ne bişev
Û parçe parçe dikin goştên hev...
kesên nûjen,
û hestên modernîst
xwediyê bedlên reş in,
stovanka stuyên hev
ne ji dil in, zikreş in,
û li benda mirina hev...
Axx lawê min,
Tu jî dizanî,
di kêfaratê de,
însan pêşî rastiyê dikuje
û bi derewan ve tê çarmix kirin
bihise li qelebalixên bajêr
qenc bihise,
hingî tê hîs bike
ku ji nêz dengê dîlaneke tê
û ji dûr ve dengê girî...
loma,
çi qas tevlîhev be jî
ne tehma jiyanê ji bîr bike
ne jî rastiya goristanê...
Li bin siya te,
Muhacirên tavehîvê kon vedane
Ji ewrên hezinî, direvin dilopên baranê
û mîna teyrên ebabîl
dibarin li ser gunehên talde de...
li bin siya te
perperîkên exteyar, ji mirinê re çîroka agir dibêjin
û mirin, berî perperîkan xwe davêje nav agir...
Dibe hûn dil bikevin çiyayên xwe
Ew çiyayên ku,
ji bo xemilandina biharên rengîn
Hezar zivistanên reş derbas kirine
bablîsokên ziwa, bi bahozên har kedî kirine
ew çiyayên ku
di bin çakuçê zilmê de hêvî belav kirine
û di bin kemîna mirinê de jiyan derman kirine
Ax jana dilê min
ji kerba dîtna te
beybûn nexweş ketin
kulîlkên xerdelê qefilîn
bêhna darsinca windabû
û bi bagerên bêziman re çûn
gulên ku, bi ronya gepên te,
hebûna min avdabûn...
Ferîşteya dilê min
Fêm dikim
bi qeşemên hesûdî û teyrokên dilsar
diêşe dilê te
Lê ji hal nekeve
riwek bi te şad dibin
pesar bi te xweş dibin
û ajal bi te serxweş dibin
Loma nexerite û neçilmise
Wê bê bêrîvanên şevê,
çawa ji tîrêjên rojê hêvîyan bidoşin..