Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Êvara perwaneyê

Bextiyar Elî
Bextiyar Elî ku yek ji nivîskarên herî balkêş ê edebiyata kurdî-soranî ye edî bi kurmancî ye. Romana wî “Êwarey Perwane” (Êvara Perwaneyê) ku li başûr bûbû bestseller, bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Avesta diyar dike ku di demên pêş de amadekariya çapên kurmancî yên her 6 romanên din ên Bextiyar Elî dikin. Haşim Ahmedzade, di nivîsa xwe ya bi navê “Di romanên nivîskarekî kurd de Realîzma Efsûnî: Bextiyar Elî” (Romana Kurdî û Nasname, Avesta, 2011) romana Bextiyar Elî wiha dinirxîne: Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike ku Perwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovên oldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe ve tên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn û dinyayek girtî û dorpêçkirî nîşan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanê ji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijî ne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî. ... Yek ji wechên romanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehenga romanê Perwane ye ku di soranî de tê wateya pinpinîkê. Dema xweha Perwaneyê, Xendan, alîkarî jê dixwaze, di şeklê pinpinîkê de tê. Xendan pinpinîkan dixe nav kitêbên li kitêbxanê. Dema fundemantalîst li bajêr kitêbfiroşxaneyekê dişewitînin bi hezaran pinpinîk dişewitin. Êvara ku Perwane û Medya tên kuştin li hewayê pinpinîk difirin. Komek keç û kur di jiyana xwe ya rojane de rastî gelek zehmetiyan tên ku wan ji jihevdûhezkirinê mehrûm dike. Her ku diçe pirsgirêk mezin dibe û li bajar kuştina hin evîndaran, wan ji bo jiyanek hêjatir sewqî lêgerîna stargehek ewle, cihekî utopîk, cihekî ku tu tiştek û tu kes nikaribe wan aciz bike. Lêgera wan a bi zor û zehmet wan di herêmek dûr û çiyayî re derdixe ku pişt re ji aliyê rûniştvanên wê wek Aşiqistan û ji aliyê yên dijî wan wek ‘dehla tolazan’ tê qalkirin.
Yazar:
Bextiyar Elî
Bextiyar Elî
Tahmini Okuma Süresi: 8 sa. 37 dk.Sayfa Sayısı: 304Basım Tarihi: Şubat 2012Yayınevi: Avesta Basın Yayın
ISBN: 9786055585921Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
304 syf.
·
Puan vermedi
Berhemeke bêhempa "Êvara Perwaneyê"
Êvara perwaneyê, di wextekî mişt alozî de li bajarekî di bin mij û dûmana olperestên hişk de çîroka çend ciwanên ku dilê wan weke dilê çûkeke zelûtek hem bi tirs û hem jî bi kelecan lêdide ye... Kêm pirtûk an jî fîlm hene piştî qedandina wan bi xwestekeke bêhempa mirov bixwaze ew tiştê çend gav berê mirov xwend an jî temaşe kir jibîrbike da ku
Êvara perwaneyê
Êvara perwaneyêBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201236 okunma
Reklam
304 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
51 günde okudu
EZ BAWERIM WÊ DÎROKÊ JÎ BİNVİSE; BEXTÎYAR ELÎ RAPERÎNEK E BO ROMANA KURDÎ
         Bextîyar Elî romana xwe ya bi navê Êwra Perwane yê ( Ewarey Perwane) di sala 1998 de bi zimanê Kurdî zaravayê Soranî nivîsîye. Veguhertina Kurmancî Besam Mistefa kiriye.     Nirxandinê bo Bextîyar pir xwaş û cî da ne. Ji ber wî ez dikim ku zêde nekevim dubare yê. Dixwazim kurt û kurmancî binirxînim. Êvara Perwane yê him bi alî
Êvara perwaneyê
Êvara perwaneyêBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201236 okunma
304 syf.
10/10 puan verdi
Di Edebiyata Kurdî de "Êvara Perwaneyê" nîrvanayek e. Êvara Perwaneyê serfiraziyek mezin e ku romana Kurdî gihandiye edebiyata cîhanê. Êvara Perwaneyê li rex Sedasala Tenêtiyê (Yüzyıllık Yalnızlık) cî digre. Bextiyar Elî ji cîhanê re Kurd jî dikarin romanekî gerdûnî binivîsin dide nîşandin. Êvara Perwaneyê li ser min tesîrekî gelek mezin hîşt. Gelo piştî Êvara Perwaneyê ez ê bikaribim romanekî din bixwînim nizanim. Êvara Perwaneyê bi terza realîzma efsûnî hatiye honandin. Bûyer di nav xeyal û rastiyekî tê û diçe. Lehengên romanê da ku ji tengasî û zextên civakê birevin xeyalan diafirînin û ew xeyalên wan bi demekê kurt de diguherin û dibin utopya. Leheng dixwazin dûr ji civakê bikevin û bi dildarê xwe re bi aram bijîn. Lewra dîndarên bajêr tu derfetê nadin ku dildar bi dilê xwe bi awayekî aram bijîn. Dildar utopyayên xwe ber bi rastiyê we dibin xwe re di nav daristanekî de li ber çemekî aşiqîstanê ava dikin. Dur ji civakê. Li gorî dîndaran ne aşiqîstane ev zînekarîstan e. Dem û cî di romanê de ne diyar e. Di romanê de nivîskar giraniya rejîma beesê bi awayekî weşartî dide hîs kirin. Ji xwe dîndarên civakê jî serdestiya wan temsîl dike. Bi gotina mezinahiya Êvara Perwaneyê nayê gotin. Ji bo Amerikaya Latîn Sedasala Tenêtiyê çi be ji bo me jî Êvara Perwaneyê ev e.... Dibe ku min fikr û ramanên xwe gelek qels anîbe ziman, min biborînin...
Êvara perwaneyê
Êvara perwaneyêBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201236 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.