Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Evîna Mêrxasekî

İbrahim Osman
Evîna Mêrxasekî pirtukekî giranbûha ya Ibrahîm Osman e. Bê gûman gelik pirtûk hene encama ked û xebatekî gelekî berfireh û ya sala ne. Her pirtûk bi kedê di afire û pê dighêje lê hindek jê gelik çavkaniyên cûrbecûr û tevgerekî bê hempa dixwaze. Ev pirtûka Ibrahîm Osman jî pirtûkekî bi vî rengî giranbûha ye. Bi kinî nivîsa pişa pirtûkê naveroka wê derdibire. ------------Nivîsa ser pelê wê yê piştê------------ Bûyera ku bûye mijara vê romanê, ne ji encama xeyalperestiyê û ne xwerû ji çîrokekê hatiye hûnandin. Bûyer serpêhatiya destana lehengiyê ye û qewimiye. Encama gelek lêkolînên ku ez gihiştimê, bûyera ku bûye sedema strana Dewrêşê Evdî, li derdorê salên 1784 an qewimiye. Wê heyamê, li herêma Wêranşarê, navçeya Ruhayê, eşîra Milan gelekî mezin e. Hewil dide serbixwe bijî. Lewma bac û qemçûrê nade dewletê û di navbera wî, Erebên Gêsan û Turkmenan de nakokî hene. Sultanê dewleta Osmanî Evdilhemîdê I. wê demê li ser text e. Sutan Evdilhemîd ji Temir Paşayê Milî bi tirs û fikar e. Sedemeke din jî ev e ku Osmnaiyan hêza xwe ya li Ewrûpayê winda kiribû, di destên wan de bi tenê gel û eşîrên Rojhilat mabûn. Sultan, ji bo ku berjewendiyên dewletê bigire binê demanê, destekê dide Ereb û Turmenan, yekîtiya wan ava dike, êrîşî terş û talanên eşîra Milan dikin. Ji sedema êrîş û talanan serweriya Temir Paşa dikeve metirsiyê. Dewrêş evîndarê Edûlê ye û ji sedema bend û astengiyên olî û eşayirî nikare bigihîje destgirtiya xwe. Lewma, ji bo xatirê ku bighîje hezkiriya xwe Edûlê, Dewrêş li gel yanzdeh hevalê xwe dadikeve qada şer û dibe cangoriyê evîna xwe.
Yazar:
İbrahim Osman
İbrahim Osman
Tahmini Okuma Süresi: 10 sa. 48 dk.Sayfa Sayısı: 381Basım Tarihi: 2008Yayınevi: Lis Yayınları
ISBN: 9789756179574Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
381 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
Evîna Merxasekî bi rastî romana evîn û mêrxasiyêye.Niviskar Ibrahim Osman wekî xwe jî eşkere kirî. Ev roman ne honake. Romana destana Dewrêşê Evdî ye. Helbet gelek varyantên vê destanê hene, di nava gel de. Lê nivîskar siud ji hunermedê qedir bilind Baqiyê Xido girtiyê. Çirok çawa ku em hemu jî zanin ,evina bê miraz a Dewrêşê Evdî û Edûla Milî ye. Lê nivîskar şêwayek ew qas xweş vegotiye. Xwîner hij miraz dixwînîn.Di hurgiliyan de hêmanên çandî û civakî vegotin bêtir xweş dibe.Zimanekî baş vegotinek pir xurt. Vegotin ew qas di raya xwe de diherike. Xwenêr bê hemdê xwe dikeve wê erqa niviskar çêkiriye. Û devli wê (çirok, kesayetan,û buyerê) diherike. Tekiliya di navbera eşirên Êzidî Misilman.Neheqiya eşîrên Misliman ê ku eşirê Êzidî dikin. Dek û dolabên dewleta Osmanî dikin yek jî mijara sereke ye. Dewleta Osmanî bê navber dike ku deshilatiyê bike. Zor Temir Paşayê Milî jî bi dek û dolaban dike ku lê bifilite. Lê tu serederî lê dernexê. Û hemû herem bin piya de diçe. Dewrêşê Evdî û 12 hevalê xwe dibin cangorî
Evîna Mêrxasekî
Evîna Mêrxasekîİbrahim Osman · Lis Yayınları · 200811 okunma
Reklam
381 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Îbrahîm Osman bi rastî jî nivîskarekî zimanxweş e, di Evîna Mêrxasekî de behsa Dewrêşê Evdî û hezkirina wî ya ji bo Edûlê ya Milî û welatê wî, axa bav û kalên wî tê kirin. Dewrêş xortekî êzîdî ye, Edûlê jî keça serokê eşîra milan e. Him qala evina wan dike, him qala şerê di navbera kurdên misliman û Êzdî de dike, û him jî gernasî û lehengiya Dewrêşê Evdî vedibêje ku bi 12 hevalên xwe ve li hember tirkmen û ereban şerê kurdayetîyê dike.
Evîna Mêrxasekî
Evîna Mêrxasekîİbrahim Osman · Lis Yayınları · 200811 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.