"Yaran! Ez jî gelek caran giraniya vê zindana xwe ya 'derve' gelekî tûj hest dikim. Rojên wisa çê- dibin ku ez difetisim, li erd û asîmanan de hilnayêm; dixwa- zim birevim lê birevim ku, dixwazin biqîrim, hindi ku deng heye hemûyê bi yek nefesê ji nava xwe biverişim, lê çawa? Pirs tên bi pirsê dialiqin û ez di zindana xwe de bêgav û bê- çare dimînim. Hesteke gelekî tal e ev bêçaretî. Îja, ez demên weha xwe diavêjim kuçe û kolanan û bêhna xwe li ber nexweşxaneyan vedidim. Li pîr û kalekî digerim. Yekî/a bê- kes, pêdiviya wî/ê bi alîkariyê hebe; radihêjim çingilên wî/ê û danekî roja xwe pê re diborînim û çi mirada wî/ê hebe bi cih tînim. Ha, ne ku ez rehmê li wan dikim, na! A rastîn, ew rehmê gel min dikin. Ew min ji qeyd û bendan xilas dikin û ez ji barê xwe difilitim. Yaran, xweşewîstan! Qencî, di nava me de aliyê me yê ronî ye; xirabî jî tarîtî û zindana me ye."