Diya min, ya ku êdî pîr bûye, hê jî mîna ku zaroka wê biçûk bim, bi min re dide û distîne. Ez berî bi du rojan ketim çil û du saliya xwe, lê hê jî gava ew bangî min dike, navê min hilnade, ji min re dibêje: "Kurê min", "lawikê min", "çelengê diya xwe."