Jiyan, Berhem û Helbestên wî

Feqîyê Teyran

M. Xalid Sadinî
Feqiye Teyran hozanvaneki kurd e kevnare ye. Ew yek ji wan hozanvanen kevintirin e yen ku bi zimane kurdi helbest nivisine. Helbestvan, feylesof, çiroknivis u destanniviseki behempa ye di diroka wejeya kurdi de. Nave wi, ji biçuk u mezinan ta pir u kalan, ji xortan ta jin u zarokan di nav xelke de belav e. Di nav kurdan de bi nav u deng e. Çendan ku nave wi tete zanin ji, Feqiye Teyran ta niha baş u ter nehatiye naskirin. Berhemen wi tev nehatine komkirin ku rewşenbir u xwendevanen kurd fedeyek baş ji vi qedirbilinde pirçak bibinin. Xwendevanen kurd ta ve deme ji çeja/tama helbesta wi tam nekirine. Lewra gelek ji wan winda ne u me hay ji wan nin e. Herçenda ku carcaran li hinek derdoran çend helbest u destanen wi hatibine komkirin u çapkirin ji tevahiya berkaren wi ta niha ji nehatine berhevkirin.
504 sayfa
Reklam

Yorumlar ve İncelemeler

504 syf.
10/10 puan verdi
Güzel sesli dengbejlerin bitmediği ağıtların eksilmedigi ülkemizin essiz seslerinden ve hikayelerinden olan bu hikaye gerçek askin sadece gözle gurulmeyecek kadar gerçek ve güzel olmasını bu kadar güzel anlatan bu eseri doğu anadolunun essiz yörelerinden sipane xelate dağın essiz güzelliğini anlatan bir eser okumanızı tavsiye ediyorum..
Feqîyê Teyran
Feqîyê TeyranM. Xalid Sadinî · Nubihar Yayınları · 2017106 okunma
504 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
36 saatte okudu
Ev berhema qedirbilind a Xalid Sandînî tevahiya xwe 503 rûpel in. Di  berhemê de 36  helbestê Feqî hene.Cenabê Xalid bi hûrgilî ser helbestan sekinîye û hema bêje çavkaniya hemû helbesta livo livo eşkere kiriye.       Feqî di sala 1561 anjî 1563 de li Miksê dayîk bûye. Feqî kûre Mîrê Miksê bûye û wê demê Mîrtiya Miksê zef xurt bûye. Lê Feqî guh nade vê şahişengiyê û tenê hunera xwe re mişul dibe. Her çiqas helbestvanê wê demê xwe dîwanê axa û bega da ecibandibin jî Feqî guh nade wan jî û tu caran dîwanê axa û began da runanê û bo wan naafirîne.Şûna wî her di nava gel de dimîne. Bi gel re, bo gel diafirîne. Guna helbestvanê wê dewrê ku  di bin bondora hev de dimînin û peyv û têgehen biyanî kar tînin jî nake.Ji ber wê zimanê ku karanî ye xwru û zelale. Bela sebeb helbestê Feqî di nava gel de pir tê zanîn. Çi helbest çi bi forma stranan.       Netew heziya Feqî di helbestê wî de bi awayekî vekirî xwe eşkere ye . Helbesta Kela Dimdimê de wusa bo Xanê zêrînzend dikale û dinale. Qewlî gotiya va kevir û kûçikan tîne xatê. Helbesta  Zembîlfiroş de jî him bûyerek gel bi têgeh û şêwazek çandî him jî hebûna jinê lidardixe. Feqî heta bejî dildare. Realîst e lê dîsa jî pir melankolik e. Helbestê feqî de ışq xala sereke ye. Işqa gel a ziman a netewê a sirûştê û a dîlberê. Feqî Mîrzayê Mîrîtîya Miksê. Helbestvanê axir dewrane ye. Dîsa jî ışqa xwe sirûştê re vedibêje. Avê re diaxive tery û tuyan re diaxive. Raste rast dîlberê bi xwe re nabêje.  
Feqîyê Teyran
Feqîyê TeyranM. Xalid Sadinî · Nubihar Yayınları · 2017106 okunma

Yazar Hakkında

M. Xalid Sadinî
M. Xalid SadinîYazar · 8 kitap
Ez di sala 1966 li gundekî nêzîkî Colemêrgê hatime dinyayê. Ji ber ku babê min mela bû, hêj 4-5 saliya xwe min dest bi Qur’an xwendinê kiribû. Min mekteba seretayî li gund, navend û lîse jî li Colemêrgê qetand/xilaskir. Di wexta Îmam Xetîp xwendinê de min nêzîkî salekê jî dewama medresê û kitêbên rêzê kirin. Di sala 1989 de min li weşanxaneyekê kar kir. 1991 û 92 ê de jî pêşiyê li Yenî Ulke û Azadiya Welat paşê jî Ozgür Gundemê de nûçevanî kir. 1992 heta 2002 ê de di Zindanê de mam. Paşê derketim û niha li Hekkarî û Wanê dijîm…
30 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.