Ji Işqê Sotîme Welleh
Ez im yê sed keser heyla
Disojit dil ji wê meyla
Binêr Mecnûn çi kir Leyla
Ku 'uryan kir di nêv deştê
Bi serê Mecnûn çi reng anî
Wekî şeyxê di Sen'anî
Ku bêzar kir ji îmanî
Şepal û şoxa renggeş tê
Feqiyê Teyran
Ey Av û Av
Pirsa Feqî bê cih nebû
Lewra di Furqanê hebû
'Erşê Xwedê li ser te bû
Avê gelo bîra te tê?!
Avê cewab da bê suxen
Ziman nebû b'hal gote min
Remzên di padşahê mezin
Subhan ji vê seltenetê
Feqiyê Teyran
Îro Girya Me Tê
Eman adet bê eman e
Wan melek mehbûb revan e
Can di nêv axê nihan e
Ê felek bê mirwetê
Ey felekê bê wefa yê
Te çira muhlet nedayê
Yar di nêv axê gihayê
Ey felek bê mirwetê
Feqiyê Teyran
Zembîlfiroş
Keç di bê lawê bîyanî
Ez dibêm da tu bizanî
Min ji bo ya dil tu anî
Tu nizanî muhebbetê
Law ji xatûnê dibêje
Tu mexaz ya dil divête
Da ji Heq nebin fihête
Rûspî bin qîyametê
Keç dibê bavêj xiyalan
Were nêv doşek û balan
Bên bike zilfan û xalan
Dûre ji ya axretê
Feqiyê Teyran
Şerê Dimdim
J'hev xistin heft hezar e
Qoçî xelqê bijar e
Bûye hewar hewar e
Qet rom nebû diyar e
Xeber nehat ji romê
Aciz bûne ji domê
Xelqo jê mekin lomê
Hûn bif'kirin li komê
Hûn binêrin li Xan e
Çi hîkmet pehlewan e
Rom nayêne di han e
Xîretkarê mêran e
Feqiyê Teyran